Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 Nûçe

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê XEBAT ANDOK

Endamê konseya rêveber a KCK’ê Xebat Andok li ser darbeya siyasî ya li dijî îradeya gel axivî û diyar kir xespkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê di çarçoveya konsepta qirkirinê de ye.

Xebat Andok da zanîn ku gelê Kurd û bereya demokrasiyê dikare vê xespê veguherîne çirûşka rûxandina faşîzmê.

Endamê konseya rêveber a KCK’ê Xebat Andok li ser dagirkirina şaredariyên gel yên li Amed, Wan û Mêrdînê peyîvî û diyar kir ku ev yek ji bo welateke weke Tirkiyê anormal ne surprîz bû.

Andok, bi bîr xist ku polîtîkaya Kurdistanê ya dewleta Tirk û bi taybetî jî faşîzma AKP/MHP’ê tenê qirkirin e û got:

Hinek hêz û kes vî şerî dûrî xwe dibînin an jî naxwazin bibînin û got: Rewş weke ku ew dixwazin nîne. Di serî de Kurd, li ser temamê civakê şerekî qirkirinê di meriyetê de ye.

Xebat Andok li ser lezûbeza tifaqa faşîst ya ji bo dagirkirina şaredariyan jî axivî û wiha got:

“Di hilbijartina 31’ê Adarê de, ji bo ev şaredarî careke din nekevin destê gel, ji destê wan hat kirin. Ne weke hilbijartinê, lê weke şerekî bû. Tevî hertiştî jî gelê Kurd şaredariyên xwe şûn de standin û li Tirkiyê jî bi taktîka xwe binê faşîzma AKP/MHP’ê hejandin. Ya rast, di hilbijartina 31’ê Adarê de ev desthilata faşîst ket. Ji ber ku di destê wan de bajarên mezin ku birêve bibin neman. Bi taybetî piştî têkçûyîna li Stenbolê tiştek di destê wan de nema û meşrûiyeta xwe winda kirin. Lewma dîsa dest danîn ser şaredariyên gel.”

Xebat Andok, li ser îhtîmalên ku dest deynîn ser şaredariyên din jî axivî û got:

“Xespkirina şaredariyên din jî di pîlanên wan de heye. Li Kurdistanê hertişt di çarçoveya qirkirinê de ye. Lewma jî nabe mirov rewşa heyî bi hiqûqê îzah bike. Tiştên diqewimin, ne tenê li dijî şaredarî û HDP’ê ye. Konsepta Kurd a dewleta Tirk, bi pêşveçûnên li herêmê ve girêdayî ye.”

Xebat Andok, hêrsa Kurdan ya li dijî zilma dewletê jî anî ziman û diyar kir ku gel bi sekna xwe îddîa xwe ya rûxandina faşîzmê nîşan da.

Andok, da zanîn ku encax bi berxwedanê şaredarî dikarin şûn de bên girtin û bi vî rengî pêşî li xespkirina şaredariyên din bê girtin.

Endamê konseya rêveber a KCK’ê Xebat Andok bal kişand ser rê û rêbazên têkoşînê yên li dijî faşîzmê jî û ev pêşniyaz kirin;

“Li Tirkiyê her çiqas perçebûyîn hebe jî, hejmareke mezin antîfaşîst hene. Divê ev hêzên antî faşîst û demokrat li dijî faşîzmê berxwedaneke hevpar bimeşînin. Divê her kes bizane ku wê tifaqa antî faşîst bikare faşîzmê hilweşîne. Bereya demokrasiyê dikare van xespan veguherîne çirûska rûxandina faşîzmê.”

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv