Piştî ku duh şewat li Grava Îmraliyê rû daye ku dewleta Tirkiyê ji 21 salan Rêber APO tê de dîlgirtiye, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketi qadan û bang kirin ku rewşa Rêber APO were eşkere kirin û daxuyanî ji hêla hikûmetê ve werin dayin.
Çawa agahiya şewata li Imraliyê li ser ragihandin û çapemeniya ragihandina azad hatin belavkirin, gelê herêma Şehbayê bi gelek pêkhatiyên xwe daketin daqadan bi dirûşmeyên xwe xwedî li rêberê xwe derketin û daxweaz ji Dewleta Tirk kirin ku derbarê mijarê de daxuyaniyek bide û rewşa Rêber APO were zelal kirin.