TRAJEDIYA KARKERÊN DEMSALÊ
SAMIYE AKBÎL: EZ POŞMANIM HATIME VÊ DERÊ
Bajarê Meletiyê cihê mişmişan e.
Gel bi mişmiş û qeysiyan debara xwe dikin.
Malbata Kîraz Şakar jî wekî gelek malbatan bi mişmiş û qeysiyan debara xwe dike.
Kîraz Şeker işaret bi aboriya li Tirkiyê her diçe xirab dibe kir û got:
Ev kar zehmet e, lê em encama keda xwe nagirin. Mişmişên me pere nake. Erdên me hene, lê piştgiriyek baş ji bo me nîne.
Dewleta Tirk a foneke mezin ji bo şer vediqetîne, dibe sedema xizanî, koçberiyê.
Ev krîza aboriyê bandoreke mezin li gel dike.
Gel ji bo pariyek nan, dest ji cih û warên xwe berdinin û berê xwe didin deverên dûr.
Samiye Akbîl zar û zêcên xwe girtiye, ji Cizirê rabûye çûye Meletiyê ji bo kar bike.
Samiye got; em di rewşeke zehmet de dijîn
Samiye bi van gotinan balê dikişîne ser nêzîkatiyên li wan tê kirin.
Samiyê dibeje ji ber çûye Meletiyê û karê demsaliyê dike poşman e.
Samiye diyar kir ku av nîne serê xwe bişon û di zehmetiyê de dijîn.