RÊBER APO PIŞTÎ 21 SALAN BI TELEFONÊ AXIVÎ
RÊBER APO XWEST PDK LI GORÎ MUTABAQATA 82’AN TEVBIGERE
Di 21 salan de cara yekê ye ku Rêber Apo ji Îmraliyê bi rêya telefonê têkilî bi malbata xwe re datîne.
Di demekî de ku çavê her kesî li Îmraliyê ye Rêber Apo, xwest ku kurd yekitiya xwe xurt bikin.
Rêber Apo di hevdîtinê de ekserî li ser rewşa Başûr û Zînî Wertê axiviye û banga yekitiyê kiriye.
Ev serê 21 salan e Rêber Apo di zindana Îmraliyê de ji aliyê hêzên komploger ve di tecrîdeke bêeman de tê ragirtin.
Di vê pêvajoyê hemûyan de Rêber Apo her ku keysê dît bi rêya hevdîtin û parêznameyên xwe bal kişand ser girîngiya hevgirtin û yekitiya gelê kurd.
Di hevdîtina xwe yak u di 27’ê Nîsanê bi rêya telefonê ku bi malbata xwe re jî axivî, dîsa rojeva Rêber Apo yekitiya gelê kurd bû.
Rêber Apo di hevdîtinê de bale dikşîne ser protokola ku di nîveka sala 1982’yan de di navbera PKK û PDK’ê de hatiye îmzekirin jî.
Ev protokol di sala 1983’yan de ji aliyê Rêber Apo û Mesûd Barzanî ve hatiye îmzekirin.
Rêber Apo hêj wê demê kongreya netewî anîbû rojeva partiyên kurd.
Lê hin partî dixwestin ku kongre bêyî PDK’ê kom bibe û PDK were tecrîdkirin. Lê Rêber Apo wê demê vê gotina dîrokî gotibû:
Eger wê kongreyeke netewî pêk were divê hemû partî û rêxistinên Kurd beşdar bibin. Divê nakokiyên navbera partiyan nebin asteng li pêşiya pêkhatina kongreya netewî, divê ev nakokî derbasî zemîna kongreya netewî nebin.
Piştî xurtbûna temasa di navbera aliyan de di mehên navîn ên sala 1982’yan de têkilî hinekî din hatin xurtkirin û dawiya sala 1982’an protokolek hat amadekirin û PKK û PDK’ê ev metn qebûl kirin.
Metna protokola navborî di pêvajoya bihara sala 1983’an de di çarçoveya serdana Mesûd Barzanî ya Sûriyê hate îmzekirin.
Protokol ji 11 xalan pêk tê ku di gewdeya protokolê de girîngiya yekitiyê û xwespartina hêza cewherî ya gel esas tê girtin.
Di protokola 1982’yan de xala ku îro roj jî ji bo çareserî û ji bo yekitiyê lazim e ku esas were girtin xala 9’emîn e. Di wê xalê de tê gotin:
Li şûna rageşiyên ku bi kêrî neyarên Kurdistanê tê lazim e partî û rêxistinên Kurdistanê di rizgariya netewî de yekitiya netewî esas bigirin. Di pirsgirêk û aloziyên muhtemel ên di nava van partiyan de jî li şûna çek û sîlehan lazim e hevdîtin û diyalog esas were girtin û berjewendiyên milletê kurd şertê esasî be.
Di xala 11’an ango xala dawîn de jî tê gotin ku di pratîzekirina van xalan de çi astengiyên derkertin divê berpirsên aliyan hev hişyar bikin. Lê heke ev hişyarî jî li ber çavan neyên girtin wê demê her alî di xebatên xwe de wê serbest be.