Ew çiqas tundiyê li jinan bikin jî nikarin ber li hêz û rêxistina tekoşîna jinan bigirin. Berovajî wekî di xwepêşandanên gel de yên li dijî rejîma Îranê li wan dizîvire.
Di vê pêvajoyê de rojek a ku bûyera kuştina jina Kurd û cîhanê nekeve rojevê nîn e. Ev bûyer ji ber xwe de çênabin. Di encama avakirina hişmendî û feraseta nirxandina jinê de tê amadekirin. Ev bûyer kêlî bi kêlî û rojane û bi rêk û pêk, hema hema li hemû welatan diqewimin. Wekî agirekî vêketî bê ser û bin belav dibe. Destpêkê jinê, paşê jî bi jinê re cîhanê dişewitîne. Êdî gotina tundî û jin bûne bûyerek a tayê alozî û qeyrana ji nav nederketî û çiqas diçe kûrtir û ziravtir bi pêş dikeve. Ev rewş hemû jinan û mirovahiyê dixe nava metirsiyeke mezin.
Di bingeha êrîşên li ser jinan de jî hişmendiya desthilatdariya zayendperest, dewletperest û çînayetiya serdest heye. Gava mirov binê vê rastiyê dikole, dibîne ku di binî de xerabkirin û hilweşandina exlaq û çanda civakî heye. Wekî dîrok jî dide xuyakirin bi ketina jinê re civak dikeve, bi bêbandorkirina jinê û mirovahî bêbandor dibe, lawaz dibe. Ji ber di şexsê jinê de êrîşî nirx, exlaq, çand û nasnameya civakê dike. Di vir de vîn û hêza civakê ya exlaqî û polîtîk ku rengê civakê dihûne, diyar dike, xweş dike, di şexsê jinê de dirûxîne. Lewma pirsgirêka jinê pirsgirêkek a civakî ye. Rêber Apo dibêje; ‘Di bingeha pirsgirêka jinê de hemû pirsgirêkên civakî hene’. Di vê wateyê de heta nakokiya jin neyê fêhmkirin û çareserî ji pirsgirêka jin re neyê peydakirin wê tu nakokî û pirsgirêkên civakî jî çareser nebin. Bi vê boneyê têkoşîna azadiya jinê mecbûriyetek e. Wekî ji vê jî tê fêhmkirin bi fahm û feraseta dewletê re têkoşîn tenê jinê eleqedar nake, her kesî eleqedar dike. Ev jî tiştekî tenê bi jinê ve sînordar nîn e, hemû sînor di nav de ne.
Pergala Modernîteya Kapîtalîzmê bi xistina jinan hebûna xwe saz kiriye û heta roja îro li ser vê ferasetê bi perçiqandin û tepisandina jinê serweriya xwe ferz dike. Ji fikira jinê bigirin heta fizîkî û zayendî hemû şaneyên wê di çarçoveya metakirinê de qir dike, dagir dike û dike mêtingeh. Bi vê ve girêdayî her cûre tundî li jinê tê kirin, di warê kuştin, êşkence, lêdan û girtinê de hem felsefîk, hem polîtîk û hem jî bîrdozî dimeşîne. Vê jî geh di bin navê namûsê de, geh di bin navê hezkirinê de û geh jî di bin navê exlaq de bi hêmana tawanbariyê rewa dike. Lê di esas de nasnameya jina azad a afirîner û avakera civakê tune dike. Bi vî awayî jin weke potansiyela xerabiyê dike hedef. Ji ber di şexsê jinê de jiyan tê kuştin. Di vê wateyê de bi kuştina jinê û jiyanê hêz û vîna civakê belav dike. Hişmendiya Kapîtalîzmê bi vê nêzîkatî û ferasetê zilam an jî polîs û îstîxbaratê êrîşkeran teşwîqê tundiyê dike. Eger li Qilebanê yekî cerdewan bi çeka dewletê keçeke Kurd pir hêsan bikuje û xwe radestê dewletê bike çavkaniya xwe ji vê ferasetê digire. An jî eger îstîxbarata Îranê jinekê bi êşkencê bikuje asta rewakirina jinê raber dike. Li Hezexa navçeya Şirnexê zilamek sê keç û hevjîna xwe di mal de qetil bike, dîsa li nava kûçeyan li jina xwe bide, vê wêrektiyê di xwe de dibîne sedem ev e. Ev nakokiyek bi hezarê salan bi dijbertiya zayenda jinê bi ferq û cudabûnê dijminatiyê kûr dike. Bi vê rûyê heqîqetê sergirtî dinixumîne. Lê ev heqîqet bi vê nakokiyê ketina ferqa xwe, zanebûna tekoşînê bilindtir dike.
Di vir de xalek bala mirov gelekî dikişîne! Zilamê ku li ber qanûn û zagonên dewletê ji tirsan diricife, li ber jinan çima ewqas wêrek e? Heta asta ku bi lêdanê bikuje û xwe radestî dewletê bike bêyî hed bi pêş ve çûye? Kî dikeve hewila girtina ber li vê tundiyê. Em dev ji hewildana girtina pêşiya wê berdin desthilatdarî bixwe bi ferq û cudabûnê di navbera her du zayendan de nakokiyan ava dike, gur dike û dişewitîne. Ev agir bixwe hişmendiya desthilatdariyê ye, yê agir pê bixe venamirîne, lê yê agir vemirîne hêz û zanebûna jinan bixwe ye. Ji ber dizanin tu agir pêketî nemaye, îleh vemirî ye, heta bixwe bi agirê xwe şewitiye. Îro ev agir bi xêra tekoşîna azadiya jina Kurd û cîhanê ber bi vemirandinê ve diçe. Lewma desthilatdarî îro bi hedef girtina jina Kurd tolê hiltîne. Rexmê hemû hewldanê qirkirina siyasî û civakî jî asta berxwedan û têkoşîna jinan pêl bi pêl bi zanebûn û xwesteka azadiyê xurt dibe. Ji ber êdî jin ne ew jin in ku serî li ber desthilatdariyê re daînin. Êdî jin jî xwedî hêz û zanebûnê ne ku li dijî neheqiyê derbikevin û xwe biparêzin. Lewma rolekê sereke yê jinan di biserketinê de heye. Ew çiqas tundiyê li jinan bikin jî nikarin ber li hêz û rêxistina tekoşîna jinan bigirin. Berovajî wekî di xwepêşandanên gel de yên li dijî rejîma Îranê li wan dizîvire. Ji ber vê yekê jina rêxistinkirî û perwerdekirî jina jîr û zane ku li ber tundiya deshilatdariyê serî rake û daxwaza xwa ya azadiyê bi israra serkeftinê heta dawiyê bilind bike didomîne. Di heman demê de jinên ku bi tundiya desthilatdariyê rû bi rû mane wê ji aliyê tevger û rêxistinên jinan ve bêhesab nemîne û wê hesabê wan bê xwestin. Ev jî erk û berpirsyartiya her jina azadîxwaz û lêgerînere. Eger bi vî ruhî yekîtî û şêwirandinek di navbera hemû rêxistin û tevgerên jinan de çêbibe û bi yek reng û yek dengî tevbigere, wê hem çalak bibe û hem jî tundiya li jinan tê kirin wê bibe bingeha azadiya serkeftina hemû jinan.