KOMÎTEYA ZÎNDANÊ YA PKK-PAJK’Ê
“HEVRÊYÊN ME YÊN LI ZÎNDANAN PÊNGAVA “DEMA AZADIYÊ YE” XURT KIRIN”
Komîteya Zîndanê ya PKK’ê bi rasthatina salvegera 1. a Pêngava Dem Dema Azadiyê ye daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de berxwedana girtiyên azadiyê ya 2018’an destpêkiribû hat bibîrxistin:
Vê berxwedanê di asteke girîng de tecrîda li dijî Rêber Apo hejand.
Hate wê astê ku êdî berdevkên AKP-MHP’ê hew dikarîn tecrîdê biparêzin.
Bi vê berxwedanê azadiya Rêber Apo ket rojevê û îro têkoşîna vê yekê tê dayîn.
Di daxuyaniyê de hedef û armanca Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hat bibîrxistin û wiha aht gotin:
Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd timî zîndanan cihên xwe di refên herî pêş de girtin.
Di demeke kin de gelê Kurd û dostên wî xwedî li pêngavê derketin.
Pêngav ji bo pêşxistina civakê û gerîla hat destpêkirin.
Zîndan jî bi wê rola xwe ya xurtkirina têkoşînê rabûn û bi greva birçîbûnê ya dorvegerî beşdarî pêngavê bûn.
Tevî zextên giran jî hevrêyên me çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam kirin.
Berpirsiyariya ket ser milên xwe bi cih anîn.
Êdî pêngava me ket qonaxeke nû û wê sala 2021’ê jî dewam bike.
KOMÎTEYA ZÎNDANÊ YA PKK-PAJK’Ê
“EM HÊVÎ DIKIN, HEVRÊYÊN ME DI SALVEGERA PÊNGAVÊ DE ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BI DAWÎ BIKIN”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku zîndan cihê têkoşîna 24 saetan û girtiyên azadiyê jî bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê têdikoşin.
Rastiyeke, ku wê hevrêyên me vê têkoşînê ji niha û pê ve jî bidomînin.
Em jî vê rastiyê dibînin û bawer dikin, ku hêza hevrêyên li zîndanan dane pêngavê têrker e.
Em hêvî dikin, ku hevrêyên me yên li zîndanan guh bidin banga me û di salvegera 1. a pêngavê de dawî li çalakiya greva birçîbûnê bînin.
Hevrêyên me bêyî greva birçîbûnê dikarin bi awayên cûda jî beşdarî pêngavê bibin û wê xurt bikin.
Komîteya Zîndanê ya PKK-PAJK’ê herî dawî teahiya berxwedêrên zîndanan ji ber beşdariya wan a li pêngavê pîroz û silav kirin.