Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Heta azadiya Rêber Apo wê berxwedana me bidome!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser rewş û tecrîda kuli ser Rêber APO û çalakiyên pêktên daxuyanî da.

KCK: Gerîla di serî de hemû hêzên têkoşer ên Tevgera me ya Azadiyê bi hêza ku ji xwedîlêderketina Rêber Apo digire, heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd wê bidome.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wisa ye:

Gelê me yê li Ewropayê 8 sal in li bajarê Strasboûrgê li pêşiya Parlementoya Ewropayê bênavber ji bo azadiya Rêber Apo di nobetê de ne. Em gelê xwe û dostê xwe yê li Ewropayê ji ber vê çalakiya herî demdirêj a cîhanê pîroz dikin. Ev çalakî îrade û israra têkoşîna azadkiririna Rêber Apo nîşan dide. Vê îradeya ku li ba hemû gelê Kurd heye, wê di demeke kurt de Rêber Apo azad bike.

 

8 sal in her hefte komek nobetê digire û ev jî tê wateya ku li der dera Ewropayê gelê me di vê çalakiyê de cih digire. Nîşanî hemû dinyayê hatiye dayîn ku Rêber Apo rêberê vî gelî ye. Di warê pûçkirina komplo û komplogeran de vê helwesta gelê me diyarker e. Xwedîlêderketina gelê me, hêz û moraleke mezin dide Tevgera me ya azadiyê.  Tevgera me ya azadiyê û gerîlayên me yên fedaî her dem li ber xwe didin.

 

Gerîla di serî de hemû hêzên têkoşer ên Tevgera me ya azadiyê bi hêza ku ji xwedîlêderketina Rêber Apo digire, heta azadiya Rêber Apo û gelê Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne. Bi têkoşîna gelê me yê li her çar parçeyan wê Rêber Apo, gelê Kurd û Kurdistanê azad bibin.

 

Em gelê xwe û dostê xwe yê li Ewropayê yên 8 sal in çalakiya nobetê bi rê ve dibin, bi rêz û hurmet silav dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê di sala 22’an de komplogeran têk bibin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv