Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan anî ziman ku pêşî li armanca îmhayê ya 9’ê Cotmehê hate girtin û got, eger pêvajo hîn baştir karîbûya bihata rêvebirin, pêşî li 15’ê Sibatê jî dikarîbû bihata girtin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya savelgera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir, bersiv da pirsên ANF’ê. Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:
Rêberê Gelê Kurd êrîşa komployê ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir, çawa pêşwazî kir, li dijî komployê xeteke çawa ya têkoşînê danî ber xwe? Çûyîna Ewropayê pêwendiya xwe bi vê yekê re hebû?
Rêber Apo wateya pirsgirêka Kurd a bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re hate afirandin ji bo Kurdan, ji bo herêmê û tevahiya cîhanê, ji bo dewletan û gelan baş zanî bû. Lewma zanîbû ku pirsgirêkeke bi zor û zehmetiyan dagirtî ye û kûrahiyeke xwe ya cîhanî û dîrokî heye. Di rastiyê de di sala 1973’an de li ser vê hişmendiyê derketina xwe ya Rêbertiyê pêk anî. Lêkolîn û venêrînên dûr û dirêj kirin. Bi sedan, heta bi hezaran pirtûk xwendine. Rastiya dîrokî, rastiya pergala gerdûnî, dîroka Kurd û Rojhilata Navîn lêkolîn kir. Ji ber vê yekê jî derxist zanabûnê bê ka pirsgirêka Kurd pirsgirêke çawa ye. Her wiha lêkolîn kir bê ka gelo hêvî û derfeta çareseriyê heye yan na. Zehmetiyên wê dît. Lê dît ku eger eger zehmetî bên hembêzkirin û astengî bên derbaskirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û dabînkirina hebûn û azadiya Kurdan tîrêjek hêviyê heye. Bi vê ronahiya hêviyê re dest bi Rêbertiya xwe kir. Xwe arasteyî têkoşîneke wisa dijwar kir.
Dema ku ev yek dikir, bi zelalî ji xwe re destnîşan kir: Ji bo jiyaneke mirovî ti rêyeke din tune. Ji bo gelê Kurd bi awayekî mirovî hebûna xwe çêbike û bigihêje jiyana azad ti rêyeke din nebû. Her wiha ji bo jiyaneke mirovî, jiyaneke azad û wekhev û sîstemeke demokratîk li cîhanê ti rê û şansek din tunebû. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd ne pêkan bû ku pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî ya li ser bingeha pergala desthilatdar û dewletparêz a 5 hezar salî ya hegemonîk, mêtinger, koledar û zextkar, bê guhertin, bê derbaskirin; berevajî wê ji bo gihîştina jiyana azad û pergala demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê, bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, ne pêkane jiyaneke azad û demokratîk a alternatîf bê avakirin.
Ji bo ku gelên li cîhanê bibin xwedî jiyanek azad û demokratîk, ji bo pêkhatina tişta ku jê re şoreşa cîhanê, şoreşa demokratîk û azadiyê, afirandina cîhanek alternatîf tê gotin, ti şansek din tunebû. Çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo pêkanîna van hemûyan tiştekî pêwîst û mecbûrî bû. Bi derxistina zanabûnê ya van hemûyan re, li ser esasê bi hembêzkirina zehmetiyan û armanckirina derbaskirina astengiyan, dest bi têkoşîna çareseriyê ya pirsgirêkeke bi vî rengî kir. Ji bo wê têkoşînê pêş bixe, pêşengî bike û ji bo ku ji têkoşîneke wiha re rêbertiyê bike, girt ser xwe. Di xwe de kir biryar. Rêbertiyek wisa qebûl kir û li ser esasê wan ket nav vê têkoşînê.
Ev hemû tê çi wateyê? Rêber Apo dizanibû ku têkoşîn tijî astengî ye, wê bi dijwarî pêş bikeve, cesaret û fedekariyeke mezin dixwaze, her gav wê ji hundir û derve hezar û yek astengiyan bavêjin pêşiya wî û wê bi her cure êrîşên teslîmkar-xiyanetkar, mêtinger-emperyalîst re rû bi rû bimîne. Têgihiştina xwe ya têkoşînê li gorî wê ava kir. Li ser vê bingehê xeta xwe ya têkoşînê pêşxist. Li gorî vana şêwaza xwe ya têkoşînê ava kir.
Her tim ev yek pêşbînî kir: Ger derfet û firsend ji sedî yek be jî ji wê derê girtin û pêşxistin, pêşxistina têkoşîna şoreşgerî bi awayekî mîna ku bi derziyê bîrê bikolî, rêvebirina xebatên rojane mîna ku her tim wê bi astengiyan, êrîş û îmhayê re rû bi rû bimîne û ji wê yekê re vekirîbûn bû nêzîkatiya bingehîn a Rêber Apo. Bi armanca pêkanîna serketinê, bi feraset û baweriya xwe, bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd bi ronahiya hêviyê ya serketinê re ket nava têkoşînê. Pêşbînî kir ku di her kêliyê de, dibe ku ew rastî êrişekê îmhaker bê û tune bibe. Xebatên xwe li ser xeta serketinê meşand. Her wiha xwe amade kir ku her kêlî bi êrîşa qirker re rû bi rû bimîne. Ev feraset û felsefeya Rêber Apo bû, şêwazê têkoşînê û jiyana wî jî li gorî wê ava bû. Her tim ev yek anî ziman jî. Her wiha ji bo ku gel, kadro û gerîla fêm bike ev yek bi awayekî vekirî got ku yên ku dixwazin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Kurdistanê têbikoşin, divê xwedî kîjan feraset û şêwazê bin. Di vê wateyê de her tim nirxand ku dibe ku êrîşên bi vî rengî pêk werin, vekirî bû.
Di demên cuda de rastî êrîşên bi heman rengî jî hat. Her tim wan vale derxist. Beriya her tiştî şêwazê xwe li ser esasê ku bikaribe pêşiya gihîştina êrîşan li ser wî asteng bike ava kir. Li gorî wê kesayeta xwe birêxistin kir û perwerde kir. Jiyana xwe li gor wê rêkûpêk kir. Jiyan û şêwaza xebata xwe li gorî wê afirand. Ji ber wê jî êrîşên ku di her kêliyê de çêdibûn diviyabû negihana wî. Ji bo ku êrîşên wiha bi ser nekevin pir bi baldarî û hestiyar tevdigeriya. Her tim xwedî nêzîkatiyeke bi disîplîn û rêxistinî bû. Li ser vê bingehê got, “Me ew cure jiyanên pergalê dan sekinandin.” Wî xwe bi tevahî arasteyî jiyaneke wisa nû û şêwaza wê kir. Li gorî wê xwe disîplîn kir, perwerde kir û bi rêxistin kir. Bi rastî jî bi vî rengî heta komploya navneteweyî gelek êrîş pûç kirin. Wî Pîlot û vedizînên navxweyî yên weke wî vala derxist, hewildanên cûrbecûr ên sûîqestan têk bir.
Rêber Apo her tim li ser xetekî ku wê bi serketî pirsgirêka Kurd çareser bike jiya û têkoşiya. Ew yek plan kir. Li gorî wê organîze kir. Stratejî û taktîkên têkoşînê li gorî wê pêşxist. Lê her tim pêşbînî û texmîn dikir ku dibe bi êrîşan re rû bi rû bimîne, dikare derbeyan têk bibe, dibe ku bi xwe jî di nav de, di her astê de, bi êrîşên tinekirinê re rû bi rû bimîne. Ew jî her tim weke îhtimalekê di rojevê de hişt. Her wiha diyar kir ku ger li ser vê bingehê xebateke wiha bê kirin dikare serketî be. Lê her tim xwe bi awayê ku dibe her kêlî rastî êrîşê bê dît.
Li ser van esasan feraset, xet, stratejî û taktîkên têkoşînê ava kir. Pêvajoya berxwedanê ya ji sala 1976’an û vir ve bi armanca pêşxistina tevgera ciwanên Kurdistanê û piştî qetilkirina rêheval Hakî Karer a di 18’ê Gulana 1977’an de parastina xwe ya li ser esasê partîbûn û xweparastinê anî rojevê û pêş xist. Stratejiya têkoşînê ya li ser bingeha şîdeta şoreşgerî ya li dijî avahî, sazî û şexsên bûne sîxur pêş xist û bi têkoşîna li ser esasê stratejiyeke bi vî rengî pêvajoya partîbûnê bi awayekî serketî hate meşandin. Di wê baweriyê de bû ku bi avakirina eniyên li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê ku ji bo pêşîgirtina li vê yekê û têkbirina geşedanên şoreşgerî hate pêşxistin, pêwîst û neçariye ku li ser bingehê gerîla li hember êrîşa faşîst-leşkerî li berxwe bidin, tevahî geşedan encax bi vê yekê dikaribû çê bibin, bi vê bawer kir û bi hemû hêza xwe bera xwe da pêşxistina berxwedaneke wisa ya gerîla. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi sererastkirina kêmasî û xeletiyan li ser vê bingehê dest bi pêngava gerîla kir û bi rêgirtina li pêşiya her cure perçiqîn û têkçûnê hewl da bi awayeke serketî pêşketina wê dabîn bike.
Yê ku di dereceya yekemîn de êrîşa plansazkirî ya dijmin a 1987-88’an a cîhanê pûç kir, şêwaza Rêber Apo bû. Piştre jî Rêber Apo bû ku hemleya Başûr a 1992’an pûç kir û têk bir. Di encamê de geşedanên li cîhanê û herêmê nirxand û di Adara 1993’an de Yekem Agirbesta Yekalî ragihand û rê li ber pêvajoya çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd vekir. Destnîşan kir ku bi stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk weke stratejiyeke nû dikare serketinê bi dest bixe. Pêşbînî kir ku şer pirsgirêk derdixe holê, ev jî bes e û divê çareserî bi siyaseta demokratîk pêk were û berê xwe da pêvajoyeke têkoşînê ya bi vî rengî.
Dijmin dema bi topyekûn êrîşeke îmhayê ya faşîst-qirker bersiv da, berxwedaneke gerîla û gel pêş xist û kete nava berxwedaneke bêeman. Ew hemû nêzîkatiyên çeteyî têk bir. Êrîşên çeteyî û qirker ên ji aliyê kesên weke Dogan Gureş, Tansû Çîller û Mehmet Agar ve hatin pêşxistin û ji aliyê Demîrel ve hatin koordînekirin, pûç kir. Vala derxist.
Di encama van hemûyan de di navbera salên 95-98’an de ji bo pêvajoyeke agirbestê ya ku rê li ber çareseriya siyasî ya demokratîk veke, hin planên taktîkî pêş xist. Dema ku nekarî bi vana encamên dixwest bi dest bixe, rewşa sala 98’an nirxand û qenaet bi vê yekê anî ku pêwîste pêvajo bi agirbestê bê meşandin û bi li berxwe dayîna bi şêwaza heyî wê ti encamek dernekve, bera xwe da pêvajoya agirbestê ya 1’ê Îlona 1998’an. Ji bo derbaskirina xitimîna heyî, ji bo ku rê li ber çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd veke, ev tişt kirin. Meyla wî li ser vê bingehê bû.
Li hemberî vê yekê dema ku bi Peymana Washîngtonê ya 17’ê Îlonê re rû bi rû ma û piştre bi êrîşên komploger ên zextên li ser Rêveberiya Hafiz Esad a di pêşengiya Misir û Tirkiyeyê de pêk hat re rû bi rû ma, li ser vê nêzîkatiyê rewş nirxand. Bi zext û êrîşên komploger bersiv didan agirbestê. Di rastiyê de soza nêzîkatiyeke erênî dabûn. Ji ber vê yekê li ser esasê berdewamkirina pêvajoya ku di sala 93’an de ji bo pûçkirina wan da destpêkirin, bersiveke erênî da bang û hewldanên derketina Ewropayê. Di rastiyê de xwest bi pêşxistina agirbestê û pêvajoya çareseriya siyasî ya demokratîk zemîna komployê zuwa bike û beriya ku bikeve nava tevgerê pûç bike. Yanî ji bo ku komplo mirî ji dayik bibe hewl dida.
Lê hinekî dereng bibû. Hêzên komploger ji pozîsyona agirbestê sûd wergirtin, bi plansazkirin û rêxistinkirina xwe bi lez û bez ketin nava tevgerê. Pêvajoya zext û êrîşan dan destpêkirin. Rêber Apo ji bo pêvajoya ku bi agirbesta 1’ê Îlona 98’an dabû destpêkirin di çarçoveya armancên xwe de bi pêş ve bibe, ji bo ku pêvajoya çareseriya siyasî ya ku di sala 93’an de dabû destpêkirin lê nekarîbû bidomîne, kûr bike û serketî bike, derketina Ewropayê rastir dît. Amadekariyên wî li ser vê bingehê bûn. Derdorên cuda yên Ewropayê her tim bangên wiha kirin. Qaşo Ewropa demokratîk dihat dîtin, her tim anî ziman ku siyaseta Ewropayê alîgirê çareseriya demokratîk e.
Li aliyê din siyaseta Ewropayê pirsgirêka Kurd afirandibû. Di encama şerê Îngilistan-Elman de derket holê. Di nexşeya Rojhilata Navîn a ku Brîtanya û Fransa xêz kiribûn de Kurdistan tune hat hesibandin. Îngilistan û Fransa peymanên weke Peymana Lozanê ku Kurdistan tune dihesibîne, tunekirina wê pêşbînî dike û derî ji wan re vedike îmze kirin. Ji ber ku Ewropa pirsgirêka Kurd derxistibû holê. pêşxistina çareseriyê li ser Ewropayê jî wê maqûltir û rasttir be. Dixwest derfetekê bide wan, xeletiyên xwe yên dîrokî rast bike. Dixwest bibîne ka ew çiqas jidil in û di vê çarçoveyê de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikarin çi bikin.
Di rastiyê de Rêber Apo her tim bi du alternatîfan di nava nirxandinekê de bû. Di parêznameyan de û di pêvajoyên piştre de jî ev yek bi berfirehî anî ziman. Evane hatina welat û çûyîna Ewropayê bû. Ji bo hatina welat pir dereng bû. Bi rastî, ew tiştek bû ku di destpêka salên 90’an de dikaribû pêk bê. Di parêznameyê de jî bi awayeke zelal anî ziman. Pêvajo hinekî guherî bû. Wî destnîşan kir ku hatina wî ya welat di şert û mercên 98’an de wê weke destpêka 90’î derfetan neafirîne, berovajî wê dikare bi awayekî neyînî nakokiyan kûrtir bike. Di encama pêvajoya ku ji sala 93’an û şûnde pêşxistî de, xwest biçe Ewropayê, peyamên ku hatine dayîn biceribîne, li ser vê bingehê rê li ber çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd veke, bi rêya Ewropayê pratîka xwe pêş bixe. Ji ber vê yekê berê xwe da Ewropayê. Lê helbet tu carî bal û hesasiyeta xwe winda nedikir. Ji ber ku ne diyar bû wê rewş çawa be. Li ser esasê çareseriya pirsgirêka Kurd tevdigeriya û pirsgirêka Kurd jî vê cîhanê afirandibû. Ji ber ku sûd jê digirtin, pirsgirêk didomandin, çareser nedikirin. Ji ber vê yekê dihat zanîn ku xebatên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê bi astengiyan re rû bi rû bihata, gavên di vî warî de bên avêtin wê bihatana astengkirin û yên ku di vî warî de hewl dan wê bi ser wan de bihatibana. Ne karekî hêsan bû. Çûyîna Ewropayê û lêgerîna çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ya herî dijwar bû. Rêber Apo ya zehmet tercîh kir. Li Kurdistanê avakirina partiyeke şoreşger jî zehmet bû, Rêbertiyê ev zehmetî kişand û bi ser ket. Li Kurdistanê rêxistinbûn û pêşxistina gerîla jî gelek zehmet bû. Bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an re Rêbertî gerîlatî pêş xist û bi ser zehmetiyê de çû û li hemberî zehmetiyan bi ser ket.
Di sala 98’an de çûyîna Ewropayê jî zehmet bû. Lêgerîna çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bi zehmetiyan re tije bû. Lê dîsa çirûskeke hêviyê hebû û ji bo binirxînê dubare zehmetî dan ber çavan û hewla derketina Ewropayê ya sîstema Ewropayê diceribîne, kir biryar û pêk anî. Wekî ku me diyar kir, ji ber ku dizanibû zehmet e lewre her gav baldar û hişiyar bû. Li hemberî êrîşên muhtemel her tim bi tedbîr bû. Ev yek dibe bingeha şêwaza têkoşînê ya Rêber Apo. Ji ber vê yekê, dema ku li Yewnanîstanê bi astengiya yekem re rû bi rû ma, pêşbînî kir ku ne tavilê vegere, lê hîn bêtir bi pêş ve biçe. Çûyîna Rûsyayê di esasê de komploya 9’ê Cotmehê vala derxist. Pêşî li plana Îmhayê ya 9’ê Cotmehê girt.
Bi çûyîna Romayê re li ber çavê Yekîtiya Ewropayê pêkanîna çareseriya demokratîk-siyasî ya pirsgirêka Kurd ket rojevê. Derfetê ku vê yekê li ser demokrasiya Ewropayê ferz bike peyda kir. Di esasê de pêvajoyeke girîng bû. Derfetên ji bo pûçkirina komployê, têkbirina wê pir hebûn. Lê li ser vê yekê hemû paşverûtiyê wek qijikên leşxwar êrîşî wî kirin. Wana rêveberiya D’Alema hema hema xeniqand. Faşîstên Îtalyayê bi hêz û desteka ku ji komara Tirk digirtin, her cure tehdîd kirin. Hem li ser Rêber Apo û hem jî li ser rêveberiya Îtalyayê gelek zext çêbûn. Ji bo van zextan ji holê rake, bi feraseta ku zehmetiyê nede hevalên xwe, qebûl kir ku ji Romayê derkeve.
Pêşketina neyînî ya pêvajoyê bi derketina Rêber Apo ya ji Romayê re rû da. Ji ber ku derketin weke paşvegeriyanekê bû. Dubare vegeriya Romayê, vedigeriya Rûsyayê. Her cure planên paşverû û komplogerî dikarîbûn li wir bihatana kirin. Pêwîst bû ku wan pir baştir li ber çavan bigire. Rêber Apo jî got ku wî ew nirxand û di parêznameyên xwe de diyar kiribû ku li ser navê dewleta Rûsyayê temînat hatibûn dayîn. Her wiha da zanîn ku bêyî garantiyên wiha zelal ew ê vegerek wiha nekaribe bike.
Dibêjin ku di Împaratoriya Osmanî de fêl pir in. Di sîstema desthilatdarî û dewletê de xapandin pir in. Di pergala modernîteya kapîtalîst de her tişt li ser derew, hîle û lîstikan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê fêlbazî li wir ket meriyetê û dema ku Rêber Apo vegeriya Rûsyayê, karîn wî bixin bin kontrolê. Di bin vê kontrolê de xwestin li Yewnanîstan, Belarûs, Kenya tune bikin. Rêber Apo bi nêzîkatiyeke pir bi baldarî û hesas pêşî li van hemûyan girt. Bi şêwazê xwe yê têkoşînê her cure êrîşên tunekirinê yên komploger têk bir. Li ser vê bingehê komploya 15’ê Sibatê hat. Di dema ber bi 15’ê Sibatê ve diçû de jî di rastiyê de têra xwe hatibû tengavkirin. Ji her alî ve têkiliya wî hatibû qutkirin. Tu têkiliya wî bi rêxistinê re, bi gel re nemabû.
Helbet dîtin û astengkirina 15’ê Sibatê ji Rêber Apo zêdetir karê derve, hêzên din, tevger û gel bû. Pêvajo veguherî komploya 15’ê Sibatê. Di pêvajoyeke wiha de helwesta tevger û gel çawa bû? Divê em vê yekê bibêjin: Rêber Apo li dijî komploya 9’ê Cotmehê bi tena serê xwe têkoşîn da. Piştî ku çû Rûsyayê, komplo deşîfre kir. Nirxandinek kir û banga hişyariyê li gel kir. Gel ji bo xwedî derketina Rêber Apo daket kolanan. Ev yek li parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê jî pêş ket. Ya girîng jî, şoreşger û welatparêzan yekser rastiya 9’ê Cotmehê li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin hîs kirin û ji bo xwedîderketina li Rêber Apo çalakî pêk anîn.
Ev pêvajo bi rêheval Halît Oral û Aynûr Artan destpê kir. Van hevalan bi dirûşmeya “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” li zindanan çalakî lidar xistin. Helwest û berxwedaneke fedayî bû. Ew li derve, li seranserê zindanan belav bû. Li parçeyên Kurdistanê, Rûsya jî di nav de li derveyê welat bi dehan çalakiyên fedayî hatin pêşxistin. Ev pêkanîna xeta Zîlan bû.
Di esasê de yê ku cara yekemîn xwedîderketina li Rêber Apo da destpêkirin Zîlan bû ku bi çalakiya xwe ya li Dêrsimê ya di 30’ê Hezîrana 1996’an pêk anî. Bersiva êrîşa îmhayê ya ku di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêber Apo hat kirin dida. Ji ber vê yekê Zîlan danî holê ku berxwedana xwedîderketin û parastina Rêber Apo divê bi awayê fedayî be. Zîlanê xeta wê ya fedayî afirand û pêşiya wê vekir. Bi 9’ê Cotmehê re milîtanên şoreşger ên xeta Zîlan, gerîlayên li çiya, ciwan, gel û jinan li kolanan berxwedana fedayî ya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” pêş xistin.
Wan rastiya Rêbertiyê bihîst û hîs kir. Di pêvajoyek pir dijwar û teng de derbas bûn. Her ku Rêber Apo bangawazî dikir qad tijî dikirin. Wan çalakiyên fedayî pêşve xistin. Li dora Rêber Apo xeleka parastinê ya ji agir ava kirin. Ev yek di tu tevgerê de, di nav gel de nehatiye dîtin. Ji bo parastina ti serokatiyê rêbazeke wiha nehatiye bikaranîn. Bi qasê li Kurdistanê, li cîhanê jî yekem car ev yek pêk dihat. Vana di astên cuda de bandor li her kesî kirin. Li vir berxwedaneke mezin hate kirin û di esasê de ev helwest û berxwedan di têkbirina komploya 9’ê Cotmehê ku dixwastin ser bixin heta bi 15’ê Sibatê, piştgiriya herî mezin dan Rêber Apo.
Ger bala xwe bidinê, zêdetirî 4 mehan komplo vala hat derxistin û bê encam hat hiştin. Pêşî li êrîşên qirkirinê yên weke 15’ê Sibatê an jî 9’ê Cotmehê hatin girtin. Eşkere bû ku bi nêzîkatî û têkoşîneke rast komplo dikare bê pûçkirin û astengkirin. Ger ku pêvajo baştir bihata meşandin, ger rastiya Rêbertî baştir bihata fêhmkirin, ji qutbûna Rêbertî ji gel û tevgerê re destûr nehatiba dayin, teqez dikaribû pêşî li 15’ê Sibatê jî bihatiba girtin. Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî dikaribû bi şêwazên cuda, bi rêbazên serketîtir bihatiba pêşxistin. Vê pêvajoyê ev yek îspat kir.
Li vir xeletî û kêmasî hebûn. Pêşî li qutbûna Rêber Apo ji rêxistin û gel nehate girtin. Xetereya vê yekê ji aliyê rêxistinê ve nehat dîtin. Di vê de tu sûcê gel tune ye. Kêmasî û nebesî teqez di rêxistinê de, di tevgerê de çêbû. Rêxistinê xetereya qutbûna ji Rêbertiyê nedît. Ji ber vê yekê nekarî rastiya komployê û xeteriya wê bi tevahî fêm bike û bi têkoşîna Rêbertî ya li dijî wê re bibe yek. Rêbertî ji rastiyê qut ma. Ger 15’ê Sibata 99’an nekarî were astengkirin, ji ber vê yekê bû. Di rastiya xwe de ger qut nebûya, ger rêxistin û gel bi têkoşîna Rêber Apo re di nava yekîtiya tam de arasteyê têkoşînê bihata kirin, dikaribû operasyona revandinê ya 15’ê Sibatê were deşîfrekirin û astengkirin. Li vir kêmasiyek rêxistinî hebû. Rêber Apo ev kêmasî weke “dostaniya sexte û rêhevaltiya kêm” pênase kir û bi awayekî vekirî diyar kir ku ev yek xizmeta serketina komployê, pêkanîna 15’ê Sibatê kir û têkoşîna li dijî komployê qels hişt. Ya jê re tê gotin “Hevaltiya kêm” li ser vê bingehê pêk hat. Rêber Apo û berxwedêrên “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” têkoşîna rast û serketî ya pêvajoya ku pêşî li îmhayê girt, meşandin. Avaniya rêxistinî ya ku bi têra xwe nikarîbû bi wan re bibe yek, nekarî pêşî li pêşketina komploya 15’ê Sibatê bigire. Ger ew kêmasî ji holê rabûya û nebûya, bêguman dikaribû pêşiya 15’ê Sibata 1999’an bihata girtin û bi rêbazên cuda têkoşîna li dijî komployê bi awayekî serketîtir bihata meşandin.
Komploya navneteweyî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ava kir. Di êrîşa komploya li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de pergala qirkirina Îmraliyê rastiyeke çawa temsîl dike? Çima hatiye damezrandin û heta roja îro jî li ser piyan tê girtin?
Beriya her tiştî divê em li ser komploya 15’ê Sibatê bisekinin, ango bûyera ku Rêber Apo ji Kenyayê hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ji bo vê jî hinek ketin nava xeletiyeke wisa xweşbîn ku dibêjin “Ev ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li hawîrdora Îmraliyê hatiye kirin.” Hinekan gotin, “Dema ku DYE’yê Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kir, şert daniye ku divê neyê îdamkirin.” Bi gotineke din, li ser vê bûyera revandin û teslîmgirtinê nêrînên pir cuda derketin holê.
Divê em vê yekê îfade bikin. Divê were zanîn ku hemû dîtinên bi vî rengî xelet û ne bes in. Xwe dispêrin têgihiştin û nirxandinê. Nêzîkatiyên wan ên bi niyet hene. Başe, ya rast çiye? DYE ya ku dixwest di 9’ê Cotmeha 1999’an de Rêber Apo bixe rewşekê ku lê bide û kes nezanibe kê kiriye û wisa tine bike, heta 15’ê Sibata 1999’an bi ser neket û vê carê jî li berdêla hin bazariyan radestî Tirkiyeyê kir, teslîmkirin û darvekirina wî û li ser vê bingehê tinekirina wî pêş dît. Rewşa rast ev e. Divê di vî warî de teqez dudilî çênebe. Ji bo kesên ku di vê mijarê de dudil in û yên ku fikrên cuda tînin ziman, divê em vê yekê bipirsin: Ma gelo di 9’ê Cotmeha 1998’an de çi dihat xwestin ku were kirin? Gerlo hat xwestin ku Rêber Apo derxînin Ewropayê? Ger ew bûya, wê jixwe pêk hatibû. Lê xwedî lê nehat derketin. Çima xwedî lê nehat derketin? Gelo armanc derxistina Rêber Apo ya Ewropayê bû? Na. Di rastiyê de bi derxistina ji Sûriyê û nehiştina ku bikeve Yewnanistanê, wê bi şeklekî ku ji vê dinyayê, ji pergala cîhanê ya desthilatdar û dewletparêz hatibe qutkirin, wê bihata tunekirin.
Di vê rewşê de ne Sûriye û ne jî Yewnanistan wê berpirsyartî ne hilgirtibana ser xwe. Çima? Ji ber ku Sûriye wê bigotiba; “ji gel min derket û çû. Nizanim bi ku ve çû. Tu berpirsiyariyên min tune ne.” Ji aliyekê din ve, Yewnanistanê jî ji xwe ew bi her awayî nexistibû welatê xwe, lewma kes nikare Yewnanistanê jê berpirsyar bibîne. Qeyd tunebû. Komploya 9’ê Cotmehê wisa hatibû plankirin ku Rêbertî bi tevahî ji fermîbûn û rewabûna pergala desthilatdar û dewlet a cîhanî hatibû qutkirin. Bi vî rengî wê bihata gulebaran kirin. Bê guman, wê rewşeke wiha ku kes nezanibe kiryar kê bûye derxistibana holê? Kesê wê nizanîba bê ka ew li ku û çawa hatiye gulebarankirin.
Gelo Emerîka operasyonên wiha dike? Belê dike. Jixwe piştre jî kir. Di rastiyê de destpêka operasyonên wî yên piştre kir, komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo bû. Yên din nikarîbûn vala derxînin. Beşek ji wan hatin tunekirin. Dema ku Rêber Apo nekarî têkeve Yewnanistanê, venegeriya Sûriyê û bi vî rengî komploya 9’ê Cotmehê pûç kir.
Niha ger em 9’ê Cotmehê bi vî rengî binirxînin, wê demê nêrînên ji bo komploya 15’ê Sibatê yên weke ku DYE’yê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kir, an jî bi şertê ku îdam nekin radestî Tirkiyeyê kirin, tu wateyek, rastbûn û nirxa wê nabe. Jixwe dixwest ku wî îmha bike. Bi ser neket, di dawiyê de li ser esasê pêşwazîkirina hin berjewendiyên xwe, bi peymanekê radestî Tirkiyê kir. Baş dizanibû ku qanûnên heyî yên Tirkiyeyê bêyî ku dirêj bike, ew ê Rêber Apo îdam bike. Bi vî awayî xwestekên DYE’yê, yanî hêzên ku plansazî kirin, biryar dan, komplo pêk anîn û xwestin bi ser bikevin wê bihata cih. Rêveberiya DYE’yê wê demê dema Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kir, ji vê yekê tu dudilî û fikarê wê nebû. Jixwe ti peymanekê jî nedikarîbû pêşî li darvekirinê bigire. Jixwe komploger jî xwedî nêzîkatiyeke bi vî rengî nebûn. Jixwe komplogeran dixwestin Rêber Apo tine bikin. Bi anîna rewşekê ku lê bidin û kiryar nediyar be lê nekarîn wî tine bikin, vê carê pêşbînî kiribûn ku bi rêbaza îdamê were îmhakirin. Divê ev rastî baş bê zanîn. Bi temaşekirina bûyerên piştî wê, teqez divê mirov radestkirina Rêber Apo ji Tirkiyeyê re û pêvajoya Îmraliyê şaş nenirxîne.
Başe, ev peyman di berdêla çi de pêş ket? Êdî her kes jî vê yekê dizane. Di berdêla alîkarî dayîna Tirkiyê ya ji bo êrîşa dagirkeriyê ya DYE’yê ya li dijî Bexdayê, Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Dema ku Rêber Apo li derve bû, têkoşîn birêve dibir, DYE tirsiya ku êrîşî Bexdayê bike. Bi nirxandina ku wê çalakiya PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêş bikeve, Rêber Apo wê li dijî destwerdaneke bi vî rengî têbikoşe, ji ber vê yekê tirsiya ku bi vî rengî wê hegemonyaya dagirkeriyê ya DYE’yê têk bibe û pêşbînî kir ku beriya êrîşa dagirkeriyê ya li ser Bexdayê divê Rêber Apo weke tedbîr bêbandor bibe. Ji bo vê jî komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû destpêkirin da destpêkirin û birêve bir. Dema ku nekarî bi rêbaza faîl mechûl tune bike, vê carê jî xwest Rêber Apo di çarçoveya komploya 15’ê Sibatê de radestî Tirkiyeyê bike û bi rêbaza darvekirinê vê yekê pêk bîne. Di berdêla radestkirina Rêber Apo ya ji Tirkiyeyê re wê dewleta TC’yê li dijî êrîşeke muhtemel a Emerîkayê ya li ser Bexdayê derneketiba, berevajî wê piştgirî bida wê. Soza ku ji DYE re hatibû dayîn ev bû. Berdêla radestkirina Rêber Apo ya Tirkiyeyê, wê dewleta TC’yê jî piştgirî bida êrîşa Emerîkayê ya li ser Bexdayê.
Di rastiyê de dema ku Tirkiyeyê soza xwe neanî cih û piştgirî neda êrîşa dagirkeriyê ya DYE’yê, têkiliyên di navbera DYE û TC’yê de gelek aloz bûn. Heta demekê hat asta ku hema hema di navbera wan de şerek çêbibe. Rêveberiya Emerîkayê jî ji bo tolhildana wî, telîs xistin serê efserên Tirk ên li Iraqê û ew girtin û wisa bersiv dan. Rewş heta bi asta pevçûneke wiha jî çû.
Ev tê wê wateyê ku DYE’yê beriya niha jî plana êrîşa dagirkeriyê ya li ser Bexdayê kiribû. Ji bo wê êrîşa komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo amadekariyeke bingehîn bû. Êrîşa Birca Cêwî ya 11’ê Îlonê duyemîn amadekariya bingehê bû. Di encamê de ji Newroza 2003’an ve DYE’yê li ser soza ku ji Tirkiyeyê girtibû, bi awayekî pir ewle êrîşeke dagirkeriyê li ser Bexdayê pêk anî. Dema ku yek ji hêzên wî ji Kendavê bi pêş ve diçû, plan dikir ku hêzeke din ji bakur bigire û di demeke kin de Bexdayê ji bakur û başûr dorpêç bike. Ji bo fêhmkirina vê yekê leşkerên Emerîkayê yên ku di ser Behra Spî re ber bi Îskenderûnê ve ketin tevgerê, Komara Tirkiyeyê, hikûmeta AKP’ê ya wê demê ew paşve zivirandin.
Ji ber vê yekê beriya ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bê avakirin, divê rastiya komploya 15’ê Sibatê ku êrîşeke darvekirinê ye were dîtin. Ev êrîşeke plankirî ya li ser înfaza Rêber Apo hatibû plankirin bû. Îmralî tenê ji bo pêkanîna van pêvajoyan weke cihekî guncaw hatibû amadekirin. Hat pêşbînîkirin ku ev der di pêvajoya ku darizandin û înfaz were kirin de bi vî awayî bê xebitandin.
Bê guman, pêvajo paşê hat guhertin. Rêber Apo çawa ku rêbaza tinekirina komplogeriyê vala derxist, di heman demê de rêbaza înfazê ya komploya 15’ê Sibatê jî pûç kir. Komplo nirxand, rehendên komploya li dijî dewlet û civaka Tirk derxist holê, di nava Tirkiyeyê de têkoşîneke dijwar da meşandin û bi îqnakirina pêkhateyên cuda yên dewlet û civakê di vê mijarê de, pêşî li darvekirinê girt.
Di rastiyê de Bulent Ecevît ê ku dema Rêber Apo ji Kenyayê hate revandin û birin Tirkiyeyê serokwezîr bû, ev yek mikur hat û got, “Min fêm nekir çima DYE’yê Apo da me.” Bi vê îtîrafê derket holê bê ka dudiliyek çawa jiyabûn. Rêber Apo nirxandinên xwe ji vir pêş xist û destnîşan kir ku armanca komployê şerê bêdawî yê Tirk-Kurd e û dewleta Tirk û civaka Tirk wê herî kêm bi qasî Kurdan zirarê jê bibîne, armanca komplogeran eve ku bi îdamê re pêvajoyeke bi vî rengî bidin destpêkirin, li ser van nirxandinan dîsa li ser gelek derdorên Tirk kir, her wiha li ser bingehê van nirxandinan bi avakirina yekîtiya tevger û gel a li dora Rêber Apo wisa pêşî li îdamê girt.
Hêzên ku dixwestin îdam bikin li Tirkiyeyê bûn hindikahiyek. Gelek hêzan nirxandin kirin ku ev înfaz di zerara dewlet û civaka Tirk de ye. Li şûna darvekirinê, li rêyên îmha û bêbandorkirina Rêber Apo bi awayekî din geriyan. Wan ew ji bo xwe bikêrtir dîtin. Gotûbêj kirin û nirxandin kirin. Di dawiyê de, wan ne darvekirin, rêbazeke din tercîh kir. Rêbaza din çi bû? Siyaseta rizandinê bû. Ev polîtîkaya rizandinê ya di nava pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de bû. Rêber Apo ji vê re got “Têkoşîna Îmraliyê”. Armanca wan ne înfazkirina fizîkî ya Rêber Apo, tinekirina ji aliyê fikrî û siyasî ve di nava sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de bû.
Wekî din, yên ku pergala Îmraliyê ava kirin, ne ji bo ku Rêber Apo bikaribe bijî, bixebite, fikrên nû hilberîne, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd pêş bixe, ji bo tevkariyê li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên cîhanê, jinan, ciwanan û bindestan bike fikrên nû hilberîne, girtin. Sîstema Îmraliyê wisa nehat afirandin. Berevajî vê, dewleta TC’yê ku sîstema Îmraliyê ku nikare Rêber Apo bi awayekî fîzîkî înfaz bike û înfazê ji bo berjewendiyên xwe zirar dibîne, weke rêbaz û amûreke ku bikaribe Rêber Apo di aliyê fikrî û siyasî de tine bike, hate rêxistinkirin û birêxistinkirin.
Ji ber wê jî yên ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ava kirin bi vî rengî nirxandin. Fermandarê Artêşa Egeyê Hurşît Tolon hebû. Di amadekirina pergala Îmraliyê de rol lîst. Wî kesî bi awayeke zelal ev tişt anî ziman: “Xem neke, me sîstemeke wisa çêkiriye ku Apo spasiya îdamê bike, îdam wê carekê bikuje, wê di sîstema Îmraliyê de Apo her roj hezar carî bimire.” Sîstema Îmraliyê sîstemeke wisa ye. Sîstema pêkanîna siyaseta rizandinê, sîstema misogerkirina tinekirina hizrî û siyasî ya hêzeke ku bi fizîkî nayê tinekirin e. Îmralî bi tevahî li gorî van armancan û li gorî rêbazên ku wê van armancan pêk bîne hate amadekirin û avakirin. Rêber Apo jî girtin nava sîstemeke bi vî rengî.
Ev tê wê wateyê ku yên ku pergala Îmraliyê çêkirine, dema ku nekarîn bi fizîkî tine bikin, weke sîstemekê pêşbînî kirin ku bikaribe di aliyê ruhî, fikrî, hestî û ramanî rojê hezar carî Rêber Apo tine bike. Îmraliyê weke cihê ku Rêber Apo ji aliyê fikrî û siyasî ve lê biqede, bi cih kirin. Di rastiyê de Rêber Apo ev sîstem weke “tabût” pênase kir. Weke cih û rêbazeke nû ya kuştinê ji bo xwe nirxand. Bi vî awayî ji Îmraliyê çi encam dihat xwestin? Pêşî, Rêber Apo wê di aliyê fikrî û siyasî de bihata tunekirin, têk bibirana û bêbandor bihata hiştin. Ya duyemîn jî, li ser wê bingehê wê PKK bihata tasfiyekirin, bi vî rengî têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurdan wê bihatiba tunekirin û li ser vê esasê wê qirkirina Kurdan bihatiba pêkanîn. Ya sêyem û ya esasî, wê Îmralî bikiribana cihê ku jenosîda Kurd lê hatiye kirin, berxwedan, ruhê azadîxwaz, zanabûn û îradeya Kurdan hatiye tunekirin, di dîrokê de hatiye veşartin û ji ber vê yekê jî qirkirin hatibe pêkanîn. Ew ê bibe cihê ku Kurd lê hatiye qirkirin. Îradeya hebûn û azadiyê wê di nava civaka Kurd de neyê hiştin. Kurdayetî û azadî wê li Îmraliyê bihata definkirin û li Îmraliyê bihatana tunekirin. Sîstema Îmraliyê jî ji bo armanceke wiha hatiye avakirin.
Helbet geşedan berovajî wê çêbûn. Ji ber ku pêşketin berovajî bûn, em nikarin bibêjin “armanca sîstema Îmraliyê ne ev bû”. Belê, pêşketin berovajî vê armancê çêbûn. Lê ev rewşa berevajî çawa çêbû? Bi têkoşîneke mezin derket holê. Çawa ku rêbaza îmhaya 9’ê Cotmehê hat valaderxistin, çawa ku rêbaza darvekirina 15’ê Sibatê hat valaderxistin, polîtîkaya rizandinê yasîstema êşkence û tecrîda Îmraliyê jî hat valaderxistin. Ji aliyê kê ve? Ji aliyê Rêber Apo ve hat pûçkirin. Tevgera Azadiyê ku li dora Rêber Apo bû yek, ji aliyê gelê Kurd, jin û ciwanên wî ve hat valaderxistin.
Têkoşîna hebûn û azadiyê ya Rêber Apo ya li dijî sîstema tecrîd û êşkenceya Îmraliyê û polîtîkaya rizandinê, li dijî sîstema qirkirinê; di şert û mercên Îmraliyê de bi awayekî pir bi bandor hate meşandin û armancên ku sîstema Îmraliyê ava kirin hatin pûçkirin. di têkoşîna Îmraliyê de Rêber Apo, PKK bi ser ket. Hêzên mêtinger-qirker ên ku pergala Îmraliyê ava kirinî, di têkoşîna Îmraliyê de winda kirin, têk çûn. Ev rastiyeke eşkere ye. Rêber Apo di pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de têkoşînek pir bi zanebûn û plankirî meşand. Kesî jê bawer nedikir. Gelek welatparêz û rewşenbîrên li dora tevgerê kom bûn gotin ku ne pêkane. Her wiha derdorên ku xwe weke şoreşger-demokrat dihesibînin jî digotin ne pêkane. Wan dinirxandin ku vîna Rêber Apo ya têkoşîna li Îmraliyê rêbazeke ku pêk nayê û nikare ser bikeve.
Di rastiyê de Rêber Apo dema ket nava têkoşîneke bi vî rengî şansek xwest. Ji rêxistin û raya giştî piştgirî xwest. Wî got: “Ji me re ti çareyek din jî nemaye.” Rêvebiriya PKK, rêxistina wê û gelê Kurd ji ber ku gotin erê û daxwaza Rêber Apo piştgirî kirin, ji aliyê gelek derdoran ve rastî rexneyên tund hatin. Aqilê wan nedigirt. Digotin, “Gelo wê li Îmraliyê qey têkoşîn dikare bê kirin? Li cihekî wisa bi têkoşîna li dijî dewlet, polîtîka û zîhniyeta mêtinger têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurd nikare bê pêşxistin.” Nirxandin weke ku ew ê qet nebe dihatin kirin. Lê Rêber Apo tişta ku wan ne pêkan dizanî, pêk anî. Wî tiştê ku wan digot ne mumkun e, kir ku pêk were. Wî tiştê ku aqilê wan nedigirt kir. Têkoşîna ku hemû armanc û mebestên kesên pergala Îmraliyê amade kirine pûç bike derxist holê.
Wî ev yek bi jiyan û xebata xwe ya pir dilsoz, bi dîsîplîn kir. Xwend, lêkolîn kir, lêhûrbûn kir. Hemû bandorên dogmatîzmê û qalibgerayiyê şikand. Ew pêvajo baş nirxand. Ramanên nû hilberand. Bi bikaranîna pêvajoyên kêm ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, karî lêhûrbûnên xwe bi awayekî nivîskî bi şiklê parêznameyan bigihîne tevger û gel. Bi vî awayî PKK guhert û veguherand. Nûbûn afirandin, ramanên nû hilberandin. Bi vî awayî polîtîkaya rizandinê ya Îmraliyê têk bir. Yê ku ev polîtîka meşand hikûmeta Ecevît bû. Armanca sereke ya vê hikûmetê ketina Yekîtiya Ewropayê bû. Yekîtiya Ewropayê li ser esasê mafên takekesî xwest qaşo pirsgirêka Kurd çareser bike û lêgerîna PKK’ê û Rêber Apo ya ji bo çareseriya di çarçoveya mafên demokratîk ên gelê Kurd de pûç bike. Ji bo vê jî hikûmeta Ecevît her cure xebat kir. Meclîsê wek kargehekê xebitand. Li ser Rêber Apo her cure astengî pêş xist.
Lê di dawiyê de Rêber Apo di afirandina fikrên nû de bi ser ket. Karî fikrên ku hilberandine binivîsîne û bi rêya dadgehê bigihîne tevger û gel. Bi vî rengî, xeta pêkanîna jenosîda Kurdan a desthilatdariya Ecevît ku bi gotina “min pirsgirêka Kurd çareser kir” ya li ser mafê ferdî ku tê wateya ketina nava Yekîtiya Ewropayê, pûç kir. Bi binketinê re rû bi rû kir. Li şûna wê, Kurdistana Azad çareseriya Rojhilata Navîn a Demokratîk pêş xist. Xet, bername, stratejî û taktîkên çareseriya pirsgirêka Kurd li tevahiya Rojhilata Navîn eşkere kir. Di parêznameya xwe ya bi navê “Ji Dewleta Kahîn a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk” de ev yek bi berfirehî anî ziman. Nîşan da ku pirsgirêka Kurd li ser esasê demokratîkbûna Rojhilata Navîn û pêşxistina şaristaniya demokratîk a nû ya li Rojhilata Navîn bi awayekî azad çareser dibe û pêşketin wiha dikare çêbibe. Bernameya Kurdistana Azad a Rojhilata Navîn a Demokratîk danî holê. Bi vî awayî, bêçaretiya hikûmeta Ecevît a di bin navê “çareseriya mafên takekesî” de di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de pûç bû û têk çû. Bi vî rengî Rêber Apo di têkoşîna Îmraliyê de bi ser ket. Weke tevger û gel bi hemû hêza xwe piştgirî dan vê têkoşîna Rêber Apo. Li hemberî hemû derdorên ku digotin wê ev pêk neyê hat sekinandin. Li hemberî wan têkoşîn hat dayîn. Ji ber ku hewldanên Rêber Apo bi ser ketin, wan derdoran dîtin ku xelet kirin. Careke din xwe guhertin û li dora têkoşîna ku Rêber Apo û PKK’ê pêşxistinî kom bûn û ji wê têkoşînê hêz û piştgirî girtin.
Ev tê wê wateyê ku sîstema Îmraliyê ji bo qirkirina Kurdan pêk bîne û îradeya hebûn û azadiyê ya Kurd di dîrokê de binax bike hatiye avakirin. Rêber Apo bi têkoşîna xwe ev yek pûç kir. Têkoşîna ku bi piştgiriya tevger û gel dida meşandin bi ser ket. Ev armancên komploger û yên ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ava kirin, pûç bûn.
Belê, pirsa çima tevî van hemûyan hîn jî li ser piyan tê ragirtin, girîng e. Ger hûn bala xwe bidinê, têkoşîna Îmraliyê di esasê de temam bûye. Polîtîkaya rizandinê têk çûye. Hedefa ku îradeya hebûn û azadiyê ya Kurd di tabûta Îmraliyê de binax bike têk çû. Di têkoşîna Îmraliyê de Rêber Apo û Kurd bi ser ketin. Li ser vê bingehê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê hat perçekirin. Rêber Apo fikrên xwe hilberand û derxist derve. PKK’ê xwe nû kir, gelê Kurd li ser esasê paradîgmaya demokratîk-ekolojîk- azadîxwaziya jin a Rêber Apo xwe perwerde kir, ji nû ve ava kir û 24 salan bi cesaret û fedekariyeke mezin têkoşîna azadiyê pêş xist.
Ev rewş tenê bi PKK’ê û gelê Kurd re sînordar nema. Di serî de gelên Tirk, Ereb, Fars, Ermenî û Asûrî, gelên Rojhilata Navîn, her wiha li jin, ciwan, karker, kedkar û hemû hêzên şoreşger-demokratîk ên cîhanê belav bû. Helwesta Rêbertiyê di têkoşîna Îmraliyê de gerdûnî bû. Ew jî sînorên netewî derbas kir. Bi vî awayî pergala qirkirina Îmraliyê ji hev belav bû. Sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê têk çû û bi ser neket.
Tevî vê yekê çima ev sîstem hê jî li ser piyan tê ragirtin? Ji ber ku tevî van hemûyan jî hê jî neteweperestiya Tirk a nîjadperest-şovenîst dev ji qirkirina Kurdan bernedaye, di şexsê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê de ev yek zêdetir bûye. Hîn hesab dike ku ew ê derfet û îmkanan biafirîne, rê û rêbazekê bibîne û qirkirina Kurdan pêk bîne.
Sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê hat perçekirin. Rêber Apo li Îmraliyê serketineke mezin a fikrî û siyasî bi dest xist, lê evane li derve, li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê hê jî bi têra xwe venegeriyane rêxistin û çalakiyan. Lewma guhertin û veguhertina ku xeta modernîteya demokratîk dixwaze, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê pêk nehat. Ji ber vê yekê jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji aliyê siyasî ve hê pêk nehatiye. Ji ber vê yekê pergala ku pirsgirêka Kurd afirandiye û hewl dide jê sûd werbigire, ne wekî berê be jî, perçebûyî û kun bûbe jî lê hêj hebûna xwe didomîne. Hê jî hewl dide ku xwe çalak bike. Niha jî pirsgirêka Kurd didomîne û hewl dide jê sûd werbigire. Lewma di zîhniyet û siyaseta pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî ku pirsgirêka Kurd afirand, guhertin çênebûye. Zihniyeta înkar û tinekirina Kurdan neguheriye.
Heman tişt li Tirkiyeyê berdewamiya zîhniyet û siyaseta nîjadperest, şovenîst, neteweperest û dij-Kurd îfade dike. Ji ber van sedeman hewl tê dayîn sîstema qirkirina Îmraliyê, pergala êşkence û tecrîdê bê domandin. Ya duyemîn jî tirsa wê heye ku Rêber Apo zêdetir tevlî pêvajoyê bibe. Ji ramanê wî ditirsin. Nêrîna wî ya li ser bûyerên siyasî, civakî, çandî û leşkerî yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê, pergala modernîteya kapîtalîst a gerdûnî û pergala Tirk a mêtinger-komkujer ditirsîne. Ji ber ku pir rast û kûr analîz dike. Rêber Apo pir baş fêm dike. Kûrahiya dîrokî û rehendê wê yê gerdûnî di nava hev de bi hevre digire dest û têdigihîje. Pirsgirêkan rast datîne holê. Bûyeran rast û bi awayeke yekpare dinirxîne. Ya herî girîng jî ji van hemû bûyeran re rêbazên çareseriya pêkan, rast, demokratîk pêşkêş dike. Û ev yek pergala modernîteya kapîtalîst û paşverûtiya faşîst a netew-dewletê ditirsîne û zextê lê dike. Ji wan re tê wateya hişyarkirina jin, ciwan, karker û kedkaran, gelê Kurd, mirovahiyê û her wiha rêxistinbûn û têkoşînkirin. Ji ber ku ji hêza ramanên Rêbertî yên rêxistinker, perwerdeker û teşwîqker a ji bo têkoşînê ditirsin û ji ber ku dixwazin vê yekê asteng bikin, êşkence û tecrîda li Îmraliyê didomînin.
Ya sêyemîn jî helbet wekî tirsnakiyê digirin. 24 sal in pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê li ser xeta qirkirinê tê meşandin. 19 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Li wir ti hiqûq û prensîba exlaqî nayê pêkanîn. Bi temamî daxwaza rêveberiya TC’yê, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê pêk tên. Kesayetiyên Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî bi pêkanînên li vir dîktatoriya xwe eşkere dikin. Sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê weke nîşaneya hêzê, weke amûreke serdestbûnê dinirxînin. Ev hemû derdixe holê ku sîstema êşkenceya Îmraliyê û di nava wê sîstemê de hiştina Rêber Apo weke tirsnakiyê tê xwestin ku were jiyîn. Lewma pergala Îmraliyê ya heyî ji bo her kesî, ji bo her Kurdekî gefek e. Amûrek a tirsandinê ye.
Di heman demê de ji bo her şoreşger û demokratên Tirkiyê yên ku dixwazin bi Kurdan re dostaniyê bikin û bi Tirkan re bibin yek gefek e. Di esasê de jî ji bo hemû mirovahiyê gefek e. Ji bo hemû gelên şoreşger, demokrat, sosyalîst gefek e. Bi gotina, “Binêrin, em li hemberê kesên li dijî me derdikevin wiha dikin. Ewqasê hêz û bandora me heye. Yên dij derdikevin emê bînin vê rewşê” re hewl didin tirsê belav bikin. Bi vî awayî dixwazin gel ji têkoşînê dûr bixin. Dixwazin vîna wan a têkoşînê bişkînin û hişmendiya wan qels bikin.
Herî dawî hinek dibêjin, “Rêber Apo dîl tê girtin. Lewma ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo tasfiyekirina hêzên azadiyê dixwazin ji vê pergala zext û êşkenceyê sûd werbigirin.” Ez zêde îhtîmal nadim wê. Ji ber ku ew dîwar ji mêj ve hatine derbaskirin. Rêber Apo xwedî kesayetek çawa ye, ev yek bi têkoşîna 50 salan û xeta pêşxistina vê têkoşînê derket holê. 24 sal in Îmraliyê di pergala êşkence û tecrîdê de xet diyar kiriye. Şertên herî dijwar, astengî derbas kir û zehmetî bin xist. Êdî bûye heqîqetek. Ji ber vê yekê ez wisa difikirim ku encameke welê ji wê derê dernakeve, yên ku sîstema Îmraliyê birêve dibin û didomînin êdî vê baş dizanin û qebûl dikin. Di wî warî de zêde hêviyeke wan nemaye. Lê belê her çiqasê ji Rêber Apo nekarin encamekê bi dest bixin jî, lê hewl didin dîmeneke wiha di hişê derdor de çêbikin. Ji bo mejî tevlihev bikin her carê, gotinek dikin, daxuyaniyan didin û dibêjin “Apo wisa dike, wiha dike, em bi Apo re wiha hevdîtinê dikin.” Bi daxuyaniyên di çarçoveya şerê taybet ê psîkolojîk de ji bo qelskirina têkoşîna civaka Kurd hewl didin vê rewşê ji bo xwe bikar bînin. Ewqas qels bûne ku xwe dispêrin encamên şerê psîkolojîk. Nexwe di her alî de bi berxwedana Îmraliyê têk çûn, qediyan. Ti tiştekî wan a ku pê astengiyan çêbikin nemaye. Lê dîsa jî difikirin ku ger şerekî psîkolojîk jî ku wê tevliheviyek piçûk çêbike jî ji bo me bi sûd e. Ew qasê qels bûne.