Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
ÇalakîSîyasî

Îraq-Xwepêşandan li bajarê Diyale destpêkirin

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hukûmetê dewam dikin.

Li bajarê Beqûb ê parêzgeha Diyale gel li qadan e.

Ji ber destwerdana hêzên dewletê hejmarek welatî birîndar bûn

LI IRAQÊ XWEPÊŞANDANÊN PROTESTOYÎ

XWEPÊŞANDANAN LI DIYALAYÊ DESTPÊ KIRIN

Xwepêşandanên protestoyê yên gelê Iraqê li dijî siyasetên hukûmetê nêzî 4 mehe dewam dikin..

Gel ji ber neheqiya parvekirina dewlemendiyan û diziya ku tê kirin, bihêrs e û ji ber wê hukûmetê berpirsiyar dibîne..

Îro bi taybet li bajarê Beqûb ê parêzgeha Diyalayê bi sedan kes daketin qadan.

Çalakgerên ku ber Walîtiya Diyala û qada Cotyaran kombûn daxwaza xizmetguzarî û avakirina hikûmeta nû kirin.

Her wiha li gelek deverên din  rê li ber çûnûhatinê girtin.

Ji  ber destwerdana hêzên ewlekariyê gelek xwepêşandêr birîndar bûn.

Dîsa li di serî de li paytext Baxda li gelek deverên din jî xwepêşandan hebûn.

Ji Cotmeha sala 2019’an ve, gelê Iraqê li dijî xizanî, dizî û karên ne lirê di nava çalakiyan de ye..

Ji ber destwerdana polîsan û şerê di navbera aliyan de 450 kes hatin kuştin û bi hezaran jî birîndar bûn.

 

Ev jî hatin dîtin

Rojev – Duh Kerkûk îro Şengal

Stêrk Tv

Rojev Amed – Şewata li çiyayên Kurdistanê

Stêrk Tv

1’ê Gulanê û şûn ve ayarên nû yên Stêrk tv li ser peyka Hotbird 9

Stêrk Tv

Serokê KKP Sînan Çiftyûrek: Em neçarin bibin bersiva gelê xwe

Stêrk Tv

Li girtigehên Tirkiyê xeteriyên li ser girtiyan zêde dibin

Stêrk Tv

Sebrî Ok: Kurdên ku sed sal berê ji nedîtî ve dihatin, bi rola pêşengiyê radibin.

Stêrk Tv