LI DIJÎ DAGIRKERAN RÊZE ÇALAKÎ
HRE: 5 ÇETE HATIN KUŞTIN 9 JÎ BIRÎNDAR BÛN
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî encamên çalakiyên li dijî dagirkeran lidarxistine daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî tên parvekirin.
“Roja 26`ê Gulanê, li herêma Efrînê, li ser rêya Reco, di encama çalakiya sabotajê de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn.
27`ê Gulanê, li nêzî gundê Beradê yê navçeya Şêrawa, di encama çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.
30`ê Gulanê, li gundê Til Malid a bajaroka Marê, di encama çalakiyek taybet de 1 çete hat kuştin, 2 çete brîndar bûn.
Di vê çalakiyê doçkayek hat ruxandin.
31`ê Gulanê li gundê Til Malid ya bajaroka Marê û li herêma bajarokê Marê çalakî hatin lidarxistin. Encamên van çalakiya nehatin zelalkirin.
Dîsa 31ê gulanê, li gundê Qitmê ya navçeya Şera, li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin.
Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.