Li gel ku gelek belge hene ku dewleta Tirk bi salan e li erdîngariya Kurdan çekên kîmyewî bikartîne, lê bêdengiya OPCW’ê sîberê dixe ser prensîba bêalîtiyê ya wê saziyê.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku rêxistineke navnetewî ye, tenê bi qedexekirina hilberîn, hilgirtin û bikaranîna çekên kîmyewî sînordar nîne. OPCW’ê ku navenda vê li bajarê Lahey ya Hollandayê ye, di heman demê de li ber nirxandina daneyên têkildarê heyîna çekên kîmyewî li welatên ku peyman îmze kirine, her wiha bi îmhakirina wan çekên ku di destê wan de ye re erkdar e.
OPCW’ê erkdar e ku îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike. Tevî ku bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk ku di 10-14’ê Sibata 2021’an de li herêma Garê ku li sînorên Başûrê Kurdistanê ye li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê bi belgeyên girîng derket holê, lê tevî vê yekê OPCW’ê ji bo lêkolîna vê xebatek nekir.
NÊZÎKATIYA OPCW’Ê HÊZ DA DEWLETA TIRK
Tevî ku piştre Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan gelek delîlên ku dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar aniye, bi raya giştî re parve kir jî, lê OPCW’ê gav neavêt. Bêdengiya OPCW li hember hemû bangên bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyê ve, bêalîbûna vê rêxistinê raxist ber çavên gelê Kurd.
Artêşa Tirk a dagirker ku ji helwesta OPCW’ê cesaret girt, bikar anîna çekên kîmyewî li Avaşîn, Zap, Metîna û Amediyê ku herêmên bicîhbûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ne, domand. Tirkiyê bi taybetî di bikaranîna klorê de ku hilberandin, veguhestin û karanîna wê hêsan e, ti sînor nas nekir. Helwesta piştgirîdayînê ya OPCW’ê roleke mezin di jehrîkirina rojane ya tunelên şer, cihê ku gerîlayên PKK’ê li berxwe didin, bi gelek madeyên kîmyewî, bi taybetî klorê de lîst.
DEWLETA TIRK HERÎ ZÊDE SERÎ LI BIKARANÎNA GAZA KLORÊ DIDE
Weke gelek çekên kîmyewî bikaranîna madeya klorê ku xwedî taybetmendiya karanîna dualî jî di çarçoveya Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) ku Tirkiye jî di sala 1997’an de ew îmze kirî, qedexe ye. Gaza klorê rengê wê kesk-zer e û xwedî bêhnek bi hêz ya mîna ava cilan e. Di heman demê de gaza fosgen faktoreke ku li ber bêhngirtinê dibe asteng û zirarê dide tevnên laş. Ji ber ku bi awayek hêsanî dikare bê guwaştin û di rewşa herikbar de bê sarkirin, hilanîn û veguhestina wê pêkan e.
Ji ber ku klor ji hewayê girantir e, zû belav dibe û nêzîkî erdê dimîne. Klor wekî çekek kîmyewî xwedî bandorên pir wêranker e. Klor ji ber ku bikaranîna wê ya dualî heye, madeyeke kîmyewî ye ku pir hêsan tê hilberandin û veşartin, ev alî wê ji çekên din ên kîmyewî xetertir dike. Bikaranîna klorê û gelek çekên kîmyewî yên bi vî rengî ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî gerîlayên PKK’ê beriya niha bi delîlan gelek caran hatibû ragihandin û di medyaya Kurdî de cih girtibûn. Lê tevî vê yekê jî OPCW hê jî bêdeng e.
NÎYETA WAN BI DEMÊ RE WINDAKIRINA DELÎLAN E
Kurdên ku bi xwepêşandanên li ber avahiya OPCW’ê re bang li vê rêxistinê kirin ku erka xwe pêk bîne, hîna ji vê daxwaza xwe encamek mayînde negirtine. Kurdên ku di wê baweriyê de ne ku Ewropa û OPCW bi van polîtîkayên xwe cesaretê dide dewleta Tirk, piştrast in ku bi lêkolînnekirina îdiayên ku Tirkiye çekên kîmyewî bikar aniye, tê armanckirin ku delîlên heyî bi demê re bidin jibîrkirin û wisa ji holê rakin.
Ji ber ku hin çekên kîmyewî û pêvekên wan dema bi hewa û avê re temasê dikin, piştî demekê ji holê radibin. Hewldaneke din a Tirkiyê ji bo jinavbirina delîlan ew e ku agir berdide herêmên ku çekên kîmyewî bikar anîne. Sekina OPCW’ê di pozîsyona ku xizmeta armanca Tirkiyeyê dike, di raya giştî ya Kurd de argumana “OPCW alîgiriyê dike” xurt dike.
TEVÎ KU GELEK DELÎL HENE ÇIMA LÊKOLÎN TUNE?
Bêdengiya OPCW’ê ya ku di çarçoveya piştgiriyê dide hewldanên Tirkiyeyê, Kurdan dixe nava xwepêşandanên bi hêrs. Kurd difikirin ku bi taybetî ev helwesta OPCW’ê piştgiriya şerê Tirkiye yê li dijî Kurdan û polîtîkayên wê yên mêtingehkirina erdnîgariya Kurdan dike. Ji ber ku OPCW ku li ber dayîna pêkanîna Peymana Çekên Kîmyayî ji bo welatên endam, di heman demê de ji venêrîna li ser pîşesaziyên ku madeyên ku di hilberîna çekên kîmyewî de têne bikar anîn çêdikin jî berpirs e.
Dewleta Tirk jî di 12’ê Gulana 1997’an de bû alîyekî peymana OPCW’ê ku di sala 1993’an de ji bo îmzekirinê hatibû vekirin. Cihê hizirkirinê ye ku rêxistineke navneteweyî ya bi ewqasî berfireh, tevî hemû hewldanên Kurdan, hîn jî ji bo lêkolînkirin û sînordarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyê li erdnîgariya Kurdistanê, ti gav neavêtiye. Raya giştî ya Kurd ku ji helwesta Ewropa û OPCW’ê hêrs bûye, wisa difikire ku welatên rojava û OPCW di vê polîtîkayê de xwedî nêzîkatiyeke dij-Kurd in. Niha pirsa herî girîng di mejiyê gelê Kurd de ev e: Gelo OPCW bi rastî bi fobiya Kurd tevdigere?