Dagirker li pêşberî van çiyayên bi heybet û lehengên wan ên şerker her tim têk çûne. Şerê vê demê jî wê ti carî neyê jibîrkirin. Fedaî her tim bi ser dikevin.
Ji lehengên qada berxwedanê ya Avaşînê qada Mamreşo, ji fermandarên fedaiyan Şehîd Serhed Giravî bal kişand ser hêzên dagirker ên Tirk û bi rêya cîhaza ragihandinê wiha ji hevrêyên xwe re gotibû, “Ji xwe em jî li wan digeriyan, bi xwe hatin gel me.”
Di ser gotinên wî re zêde dem derbas nebû. Dagirkerên ku bi çekên kîmyewî piştrast bûn yek ji şerê herî qirêj ê dîroka xwe da destpêkirin. Di ser şerê dewleta Tirk a faşîst re ku li hemberî PKK’ê da destpêkirin 50 sal derbas bûn. Welatekî ku 50 sal in bi erzanî tê firotin, gelê Tirkiyeyê ku 50 sal in nanê wan tê dizîn, berjewendiyên emperyal ku 50 sal in vî şerê qirêj her roj bêhtir qirêj dike.
Kurd gelek e ku zimanê xwe Kurdî ye. Kurdan bi mêvanperweriya xwe deriyên xwe li hezaran şaristaniyan vekir, pirçandî jî di hembêza xwe de mezin kir. Kurdan bi saf, hestewariya xwe ya ji dema neolîtîkê mane, ti carî zerar neda cîranên xwe, her tim xwedî li çanda jiyana mirovî derketin. Kurd gelekî welê ye ku gotina ji dev derdikeve zane, gotin û cewhera xwe yek e. Kurd gelek e ku dixwaze li welatê xwe Kurdistanê bi rengekî azad bijî.
Kurd mert e, leheng e, mêvanperwer e. Kurd gelekî bi ruhekî azad e ku xwedî felsefeyeke jiyanê ya bilind e.
Kurd gelekî raperîner e ku li hemberî yên çav berdidin azadiya wan, serî hildide. Kurd gelekî bi rûmet e ku ji bo parastina jiyanê berê xwe didin çiyê, jiyanek li derveyî azadiyê bêrûmet dibîne. Kurd li serê çiyayan azadiyê dijî, gelekî çiyayî yê serbilind e.
Çiyayên Kurdan ên dilxwazên azadiyê niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Û lehengên şervan ên vî gelê çiyayî ji bo pêşî li vê dagirkeriyê bigirin li serê van çiyayan li dijî dijmin şerekî bêeman dikin.
Çiyayên Kurdistanê di dîrokê de ti carî ji serweran re nebûye war, ti carî rê nedaye wan. Ji ber ku ev çiya di her serdema dîrokê de bûye hêlîna fedaiyan.
Yên ku îro çiyayên Kurdistanê bi berdêla canê xwe diparêzin, fedaiyên dîrokê ne. Yên ku dema xwe tê derdikevin holê û tarîtî, zilm û koletiyê têk dibin ew fedaiyên azadiyê ne.
Yên ku niha li qada cengê ne, dîsa ew in.
Yên ku hatine çiyayên Kurdistanê dagir bikin, careke din li hemberî xwe fedaiyên van çiyayan dîtin. Dîrokê careke din xwe dubare kir. Çawa ku dagirkerên bi hezaran sal in dema êrîşî van çiyayan dikin li hemberî heybeta çiyayan û lehengên wê yên şervan têk diçin, îro jî heman tişt tê serê wan. Naxwe çima dewletek rabe bombeyan li ser leşkerên xwe bibarîne yan jî cenazeyan ji zinaran biavêje?
Dawiya dagirkerên Tirk dişibe yên din. Yên din çawa ku ji tirsa reviyan yên niha jî bi heman rengî direvin.
Û ev şer şerekî welê ye ku ti carî wê neyê jibîrkirin. Tola fedaiyan giran e. Dîrok careke din dubare dibe. Demeke nêz, ji Nînovayê heta Şengalê temamiya Rojhilata Navîn wê bi roja ji van çiyayan hiltê ji tarîtiya bi hezaran salî rizgar bibin. Dîrok wê vî şerî ti carî ji bîr neke. Ji ber ku fedaî timî bi ser dikevin.