SEROKA PARTIYA BÎRLEŞÎK DEVRÎMCÎ ELÎF TORUN ONEREN:
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ HEMÛ AZADÎ JI HOLÊ RAKIRIN DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Apo azadiya fikr û ramanê jî di nav de hemû azadiyên gelên Tirkiyê ji holê rakirine û wiha got:
Gava deriyên Îmraliyê vekirîbûn, Ocalan pêkaniya aştî, biratî û jiyaneke wekhev nîşanî her kesî daye.
Di wan pêvajoyan de şer kêm bûye.
Îqtidara AKP’ê jî ji bo zemîna faşîzmê amade bike bi awayekî konjukturel tevgeriaye.
Di vê pêvajoyê de li gel hemû manîpulasyonan jî, pira di navbera gelan de zemîna serdestiyê hejandiye.
Oneren derbasê serlêdana saziyên maf mirovan ji bo Konseya Ewropayê jî bi bîr xist û got:
Cezayên muebeta giran, hiqûqa dijminatiyê ye. Dê kesên ev ceza birîne, ji aliyê gelan ve bên darizandin.
Ji bo pêkanîna demokrasî û azadiyan jî tekane çareserî li dijî faşîzmê têkoşîneke yekbûyî ye.