Jiyan bi rasthatinan dagirtî ye. Rastiyên ku rû dan, ji tesadûfan wêdetir in. Birîndarbûna Azad a li Serêkaniyê û şehadeta xwişka wî Avaşîn li heman bajarî rasthatin nîne.
Dibêjin, ‘Nivîsandina dizîna ji mirinê ye’. Ji bo kêliyekê jî be dixwazim ji mirinê bidizim.
Hin kêlî hene ku meh jî sal jî di ser re derbas bibin timî di dil û hişê mirovan de ne. Tu bixwaze ji bîr bike jî nikare ji bîr bike, mîna bizmarekî li aliyekî dilê te ketiye. Eger hûn ji min bipirsin bê li cîhanê tişta herî zehmet çi ye; ez ê bibêjim nivîsandina çîrova hevalekê/î ye. Eger hûn bipirsin hînbûn zehmet ye yan naskirin; ez ê bibêjim naskirin. Hînbûn dibe ku bi demê re bê jibîrkirin, lê belê naskirin di dil û mejiyê mirovan de dimîne. Her tim şopekê li mirovan dihêle.
Azad Avaşîn ji gundê Oremarê yê Geverê ye. Bavê wî di salên 1990’î de tevlî sîstema cerdevaniyê bû ku dijmin li dijî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ava kir. Azad sala 2012’an di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ya Şemzînanê de tevlî nava refên gerîla bû. Demekê li xaka lê ji dayik bû, li derdora gundê xwe, li Zagrosan gerîlatî kir.
Sala 2012’an çirûska Şoreşa Rojava pê ketibû; çalakî, şerekî giran diqewimîn. Di şexsê Şoreşa Rojava de çîrokên bexwedanê û vejînê ya gelekî dihate nivîsandin. Hêvî, hezkirin, eşq, kêfxweşî, jiyana azad û nûçeyên li ser şer li nava her Kurdekî belav dibû.
JI BO XATIRÊ JIYANEKE AZAD
Azad jî sala 2013’an tevlî vî şerê giran bû. Ji bo wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî serketî bi cih bîne, bênavber têkoşiya. Li dijî çeteyên ku xwe weke El Nûsra didan naskirin, şerekî giran dihate kirin. Dilê her şoreşgerî li Serêkaniyê li azadiyê, li rastiya jiyaneke bi wate digeriya.
Azad di zivistana 2014’an de li gundê Til Xenzîr ê Serêkaniyê di êrîşa çeteyên El Nûsra de ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Şoreşgerî jiyana di oxira armancên mezin de ye. Azad mîna navê xwe di oxira jiyanekê de li Rojava di maratona şoreşê de beziya bû.
Her şoreşger ji bo armanca xwe ya jiyana azad bi xwaz, bawerî û biryardariyeke mezin şer dike. Çîroka Avaşîn û Azad ku xwişk û birayên hev in bi vî rengî ye.
‘XWE LI JIYANÊ GIRT’
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re ji ber kêmbûna derfetan gelek birîndar bi taybetî yên ku rewşa wan a tenduristiyê gelekî giran bûn li nexweşxaneyên cuda dihatin dermankirin. Yek ji wan jî Azad e. Ji bilî doktoran gelek malbatên welatparêz bi hevalên birîndar re eleqedar bûn. Dayikan rojane serdana hevalan dikirin, bi rewşa wan re eleqedar dibûn. Azad jî ji ber ku derb ji mejiyê xwe xwaribû, ne li ser hişê xwe bû, razayî bû. Azad ê ku nekarî biaxive, nekarî tevbigere, ne dikarîbû derdê xwe ji dayikan re bibêje, ne jî dayikan dikarîbû jê fêhm bikira. Ji ber vê rewşa hestewarî dayikan gelek caran rondik dibarandin û mîna zarokekî biçûk li Azad dinihêrîn. Heta ku Azad xwe komî ser hev kir.
Piştî tedawiyeke demdirêj azad dibin maleke li taxa Xerbî ya li Qamişloyê. Li wê derê jî kes nikare Azad fêhm bike. Hewl dide bi işaretên destan hevdu fêhm bikin.
Hevrêyên ku bi Azad re diman, piştî demekê kirin ku Azad bimeşe. Hêdî hêdî li ser piyên xwe disekine.
Azad hem navê gelek hevalên xwe hem jî navê gelek cihên ku lê ma ji bîr dike. Niha hevalên ku demeke dirêj pê re ma nas dike, lê li gorî xwe navan li wan dike. Zimanê wî jî hêdî hêdî tê fêhmkirin.
DU HEVRÊ, XWIŞ Û BIRA
Azad piştî demeke dirêj hîn bû ku xwişka wî tevlî nava refên şoreşê bûye. Dema ku hevrêyê Azad, Çekdar ev agahî da Azad, gelekî kêfa wî hat û xwest ku xwişka xwe bibîne.
Hevrêyên Azad li pêşberî vê coşa Azad yekser ketin nava liv û tevgerê û hîn bûn ku Avaşîn li kîjan tabûrê dimîne. Bi lez û bez serê sibehê berê xwe dan Hesekê.,
Azad çawa ku çav li Avaşîn ket, ew nas kir, destê xwe jê re rakir û got, ‘Ka lê binere, bûye leşker’ û gelekî kêfxweş bû. Avaşîn jî got, ‘Tu jî gelekî qelew bûye’. Avaşîn dema ku dît Azad birîndar bûye, dilê wê gelekî êşiya. Dema ku dest bi sohbetê jir, ji gotinên Azad fêhm nekir. Mîna ku fêhm dike, tevgeriya. Hevalê wî Çekdar kete dewrê û tercûmanî ji Avaşîn re kir.
BI BANDORA AZAD HETA KÊLIYA DAWÎ DA SER ŞOPA WÎ
Avaşîn jî mîna Azad li Avaşînê tevlî dibe. Hingî sala 2014’an bû. Dema tevlî bû yekser li Azad pirsî. Agahî wergirt ku derbasî Rojava bûye û birîndar bûye. Avaşîn dema ku dibihîze Azad birîndar bûye paşnavê xwe diguherîne û dike Avaşîn Azad. Piştre jî Azad paşnavê xwe dike Avaşîn. Avaşîn a ku kete bin bandora Azad heta dawiyê bira û hevrêyê xwe şopand. Li ser Azad lêkolîn kir. Li sekn, pratîk û milîtaniya wî pirsî, meraq kir bê şoreşgerekî çawa ye, xwest hevrêtî û têkoşîna wî ji nêz ve bibîne. Heta sala 2019’an li Serêkaniyê şehîd bû.
Dema ku Avaşîn şehîd dikeve haya Azad jê nîne. Hevalên wî difikirin bê çawa jê re bibêjin. Hem ji ber rewşa wî ya tenduristiyê hem jî ji ber dilsoziya wî ya bi Avaşîn re dudil dibin ku bibêjin. Nizanin bê Azad wê helwesteke çawa nîşan bide û rojekê hevalekî wî ji Azad dipirse: “Eger Avaşîn birîndar bibe tu yê çi bike. Azad bi ken dibêje ‘Eger birîndar bibe wê bê gel min, em ê bi hev re bijîn, wê baş be’. Ji bo pirsa ‘Eger şehîd bikeve tu yê çi bike’ Azad got, ‘Ez ê bibêjim şehîd şehîdên Kurdistanê ne, şehîd namirin’.
Piştî vê helwesta Azad, hevalên wî jê re dibêjin ku şehîd bûye û cenazeyê wê nehatiye dîtin. Li ser vê yekê Azad dibêje ‘şehîd namirin’.
Azad hîn jî tesbîh û kefiya ku Avaşîn diyarî wî kiriye li gel xwe dihêle, her êvarê beriya razê maçî dike û datîne ber serê xwe.
Jiyan bi rasthatinan dagirtî ye, rastiyên ku diqewimin ji rasthatiyan jî wêdetir e. Azad li Serêkaniyê birîndar bû û ji şehadetê vegeriya. Avaşîn jî ji Zagrosan hat Rojava û li bajarê ku Azad lê birîndar bû, di 13’ê Tebaxa 2019’an de şehîd bû.