Rojnameya Okaz der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsî “Komên çekdar ên girêdayî Enqerê agirbesta li bakur û rojhilatê Sûriyê binpê dikin.
Çeteyan êrişî herêmên desthilatdariya artêşa Sûriyê kirin û di encama bombebaranê de li nêzî bajarokê Til Temirê 5 kes hatin kuştin.
Ev cara pêşî bû ku windahiya wiha ya artêşa Sûriyê li ser sînorên Tirkiyê çêdibe“.
Di vê navberê de, Rojnameya Al-Bayanê gefên Tirkiyê li dijî welatên Ewropayê de, bikaranîna van çeteyan kire mijara nûçeyekê.
Bikaranîna pelika endamên rêxsitna DAIŞ`ê ya terorîst êdî li Sûriyê û dewletên herêmê bûye lîstika vekirî.
Lewra, ji ber ku ev rêxistin bûye alavek her kes li gorî berjwendiyên xwe bikar tîne, lewma mijara DAIŞ`ê ji şûna mijareke girêdayî ewlehiya navdewletî bûye mijara bazarê.
Tirkiyê duh ragihand ku wê dest bi vegerandina DAIŞ`yan kiriye, xuyaye ku ev pelik ji bo berjewendiyên dewletan tê bikaranîn. Gelo dê ta kengî pelika rêxistinê ji hemû hêzan re berdest be, û çarenûsa endamên DAIŞ`ê li Sûriyê dê çi be?
Al-Arab: Beriya bêçekirina Hizbulla çareserî li Lubnanê pêk nayê
Li gorê vê rewşê çavdêr dibjêjin ku dibe Saad Al-Herîrî erkdariya serokatiya hikûmeta nû nepejirîne.