LI ALMANYAYÊ BI AWAYEKÎ FERMÎ DARIZANDINA DAIŞ’IYAN DEST PÊ KIR
ÇETEYÊ DAIŞ’Ê TAHA AL J. JI BER SÛCÊ QIRKIRINA ÊZIDIYAN TÊ DARIZANDIN
Li Almanyayê cara pêşî çeteyekî DAIŞ’ê ji ber sûcê qirkirina li dijî Êzîdiyan derxistin dadgehê.
Ev yek girînge û helwesta dadgehê dê helwesta hikûmeta Alman jî zelaltir raxe ber çavan.
Çeteyê DAIŞ’ê Taha Al J. di Gulana 2019’an de li Yewnanîstanê hat girtin û ew radestî Almanyayê hat kirin.
Taha El J. li Iraq, Sûrî û Tirkiyê di êrişan de cih girt û sûcê li dijî mirovahiyê kir.
Bi taybet jî li Şengalê di qirkirina êzidiyan de cih girt.
Hevjîna Taha jî bi endametiya DAIŞ’ê li Almanyayê tê dadgehkirin.
Doza darizandina çeteyê DAIŞ’ê Taha El J. jî li Dadgeha Bilind a Eyaleta Frankfurtê dest pê kir.
Ev doz wê heta meha Tebaxê dewam bike.
Çeteyê DAIŞ’ê ji ber tinekirina Êzîdiyan, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcên di dema şer de, firotina keçên êzidî û kuştina keçeke 5 salî ya Êzîdî tê darizandin.
Biryara dadgeha Alman dê derbarê darizandina DAIŞ’yan de helwestê hîn zelaltir raxe ber çavan.