HPG: LI AMEDÊ 2 ESKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KÛŞTIN
Gerilayen HPG’ê û YJA-Star vê carê li Amedê li artêşa Tirk a dagirker dan.
Gerîlayan li dijî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk çalakî kirin û 2 esker hatin kuştin.
Di daxuyaniya navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin.
Roja 7’ê Nîsanê artêşa Tirk bi yekîneyên xwe yên veşartî li qada gundê Selê yê navçeya Hênê dest bi liv û tevgerê kir.
Piştî şopnadinê, hêzên gerila roja 9’ê Nîsanê ji nêz ve li artêşa tirk a dagirk dan.
Di çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 2 eskerên Tirk hatin kuştin.
Pîştî çalakiyê artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi wesayitên sivîlan ji hermê rakirin.
Her wiha artêşa Tirk bêy ku encamê werbigire ji herêmê vekişiya.