Balafirên şer ên Tirk deverên Xakûrkê, Avaşîn, Heftenîn û Metînayê bombe kirin. Di êrîşê de ti ziyan negihiştine hêzên gerîla.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên esmanî yên balafirên şer ên atêşa Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.
HPG’ê ev agahî parve kir: “Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîşî deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Di vê çarçoveyê de:
6’ê Sibatê balafirên şer di saetên danê nîvroyê de devera Mam Reşoa ya Herêma Avaşîn, devera Goşîne ya girêdayî Herêma Xakûrkê û devera Şehîd Kendal û Şeşdarê yên girêdayî Herêmên Heftenînê bombe kirin.
7’ê Sibatê saet 18.30’î balafirên şer ên Tirk devera Serê Metîna ya Herêma Metînayê bombe kir.
Di van bomberdûmanan de