AGAHÎ JI KOMA GERÎLA NAYÊ GIRTIN
GELÊ KURD LI BENDÊ YE KU PDK DAXUYANIYEKÊ BIDE
Rola PKK’ê ya parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ji hêla her kesî ve tê dîtin.
Bi armanca qirkirina gelê Kurd û têkbirina tevgera azadiyê dewleta Tirk çi ji destê wê tê dike.
Gerîlayên azadiyê ji bo pêşî li dagirkeriyê bigrin şev û roj di cengeke mezin de ne.
Lê PDK li şûna li kêleke gerîla li dijî dagirkeriyê bisekine, bi dewleta Tirk re hevkariyê dike.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê beriya niha eşkerekiribû ku 26’ê Tîrmehê li dora gundê Bêxme yê navçeya Xelîfanê li dijî komeke gerîla êrişek pêk hatiye û agahî jê qut bûye.
Koma têkilî jê qutbûye koma Serwer Serhat e, ku di Fermandariya Eyaleta Xakurkê de cih digire.
Li gel ku HPG’ê du caran banga eşkerekirina aqûbeta wan kir, hê jî PDK’ê ti bersiv nehatiye.
Bêguman gelê Kurd di nav fikar û meraqan de ye û li hêviya daxuyaniyeke PDK’ê ye.