JI FERMANDARÊN PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ ADIL ROJHILAT:
GERÎLA BI TAKTÎKÊN NÛ, XWE JI TEKNÎKA DEWLETA TIRK DIPARÊZE
Ji fermandarên pêngava cenga xabûrê Adil Rojhilat, beşdarî bernameya Taybet a televîzyona me bû.
Destpêkê bi mebesta salvegera 37’an cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê serî de gerîla, li gelê Kurd û azadîxwaz pîroz kir.
Adil Rojhilat, rewşa li herêmên parastinê yên medyayê nirxand û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ku ji 23’ê nîsanê ve ,li herêmê destpê kiriye;
Adil Rjhilat, da zanîn ku gerîla bi taktîkên nû xwe ji teknîka dewleta Tirk diparêze.
JI FERMANDARÊN PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ ADIL ROJHILAT:
DEWLETA TIRK ÇETEYÊN ANÎNE QADÊN ŞER LI TEPEYAN BICIH DIKE
Derbarê bicihbûna artêşa Tirk li herêmê jî, Adil Rojhilat dibêje, ew ne leşkerên Tirk in.
Adil Rojhilat, derbarê êrişên dewleta Tirk ên li dijî tunelan de jî agahî da.
JI FERMANDARÊN PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ ADIL ROJHILAT:
JI BO BI PDK’Ê RE ŞER PÊK NEYÊ, EM GELEKÎ HIŞYAR NÊZÎK DIBIN
Têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî Adil Rojhilat dibêje; Ji bo bi PDK’ê re şer pêk nêyê, em gelek hişyar nêzîk dibin.
Bi mijarê ve girêdayî Adil Rojhilat, xwest ku xelkê herêmê ji bo dewleta Tirk sîxuriyê jî neke.
Adil Rojhilat, herî dawî jî, serîde ciwan, bang li xelkê başûrê Kurdistanê kir ku nebin hevkarê dagirkeriya dewleta Tirk.