Li Heftenînê tenê çend gir dagir kirine.Jixwe li van giran gerîla nebûn.
Ji Fermandariya HPG’ê Heqî Armanc vê agahiyê û gelek agahiyên din têkildarî berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Heftenînê dide.
Heqî Armanc dibêje, me çawa Dersim, Botan û Amed berneda, emê Heftenînê jî bernedin.
Bernameya Taybet a bi Fermandar Heqî Armanc re îşev saet 20’an di televîzyona me de tê weşandin.
HEWLDANA DAGIRKIRINA HEFTENÎNÊ
“TENÊ ÇEND GIR DAGIR KIRINE, JIXWE LI VAN GIRAN GERÎLA NEBÛN”
Ji fermandariya HPG’ê Heqî Armanc mêvanê bernameyeke taybet a televîzyona me ye.
Di bernameyê de Heqî Armanc, bersiv dide pirsên hevalê me Kawa Tolhildan.
Fermandar Heqî bi taybetî li ser hewldana dagirkirina Heftenînê ji aliyê dewleta Tirk ve radiweste û agahiyan dide.
Balê dikşîne ser şerê psîkolojîk û taybet ê dagirkeriya dewleta Tirk.
FERMANDARÊ HPG’Ê HEQÎ ARMANC
“GERÎLAYAN LI HEFTENÎNÊ GAVEK JÎ PAŞ VE NE AVETÎ YE”
Heqî Armanc balê dikşîne ser berxwedana mezin a gerîlayên HPG û YJA-Starê û dibêje
Hûn dikarin îşev saet 20’an li temamiya bernameya Taybet di Stêrk Tv de temaşe bikin.