Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Merasîma qûrbaniyên Komkûjiya Qeledizê

 

 

SALVEGERA KOMKUJÎ Û RAPERÎNA QELADIZÊ. LI NAVÇEYA SILÊMANÎ QELADIZÊ MERASÎMA BÎRANÎNÊ

Îro salvegera komkujiya 24’ê Nîsana 1974an û Raperîna 24ê Nîsana 1982an a Qeladizê bû.

Şehîdên komkujî û raperînê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma îsal bi sedema vîrûsa koronayê bi girseyî pêk nehat.

Beriya 46 balafirên şer ên rejîma Baasê bajarokê Qeladizê yê Silêmaniyê bambebarankir û komkujiyeke mezin pêk anî.

Piştî vê komkujiyê bi 8 salan careke din bombe li kesên ku şehîd bibîr dianîn barandin û komkujiyeke din kirin.

Hersal bi beşdariya malbatên şehîdan û welatiyên herêmê şehîdên komkujiyê tên bîranîn.

Lê Îsal ji ber xeteriya vîrusa Korona merasîmeke girseyî çênebû.

Xizmên şehîdan çeleng danîn ber bîrdariya şehîdên komkujiya Qeladizê û wan bi bîranîn.

Welatiyên ku beşdarî merasimê bûn nerazîbûn nîşanî xemsariya rayedarên hikûmeta herêmê da.

Û ji rayedaran xwestin dengê xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a ku dixwaze axa Kurdistanê dakir bike bilind bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv