Nûçegihanê ANF’ê Rêbaz Hesen çû herêma Zînî Wertê û bicihbûna hêzên PDK’ê ji nêz ve şopand. Balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk jî bênavber li ser herêmê difirin.
Zînî Wertê li geliyê Şawrê yê herêma Wertê ye û bi 35 kîlometreyan li bajarokê Raniya ye. Di heman demê de herêmeke ku dikeve ser rêya her du bajarokên Çoman û Raniyayê. Her wiha wek çiyayî jî dikeve navbera her du çiyayên Qendî û Karoxê. Navendeke stratejîk a leşkerî ye û her hêza ku li wê derê bi cih bibe dikare bi hêsanî her du dol û geliyên Şawrê û Zergelê ya Qendîlê bixe bin çavdêriyê.
Ew herêm dergûşa şoreşên Kurdistanê bûye, bi taybetî jî piştî salên 1975’an heta raperîna gelê Başûrê Kurdistanê, li dijî rejîma Baasê bûye dergûşeke ji bo pêşmergeyê YNK’ê ku şerê gerîlayî li wê bi rê ve dibir. Piştî salên 1991’ê dema şerê YNK û PDK, piraniya şer li wê herêmê qewimîne û xwîneke zêde tê de hatî rijandin. Piştî şer û piştî lihevkirinê herêm kete bin kontrola YNK’ê.
Ji sala 1991’an heta meha Adarê ya îsal jî ew navçe, aramtirîn navçeya Başûrê Kurdistanê bû. Ti pirsgirêkekî ewlekarî û siyasî derneketiye. Di nêviya meha Adara îsal de PDK’ê di bin navê qedexeya hatin û çûnê hêzên Lîwa 7 a Çomanê şande herêma Zînî Wertê, lê di demeke kurt de nêta wê eşkere bû ku ne mijara qedexeya hatin û çûnê ye, armanca amadekariya êrişa li ser Qendîlê ye.
Di sala 2000’î de jî kete bin kontrola gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê. PKK’ê piştre herêm li PDK’ê, YNK’ê û gel vekir. Her wiha destûr ji YNK’iyan re hate dayin ku yekîneyên biçûk ên pêşmergeyan li herêmê bi cih bike.
Lê belê tevî daxwazên aliyên siyasî jî vekişandina hêzên xwe li aliyekî PDK hîn bêhtir hewl dide hêzên xwe li herêmê bi cih bike. Hêzên Zêrevan ku yekîneyên taybet ên PDK’ê ne li herêmê hatin bicihkirin. Bi bicihkirina vê hêzê li herêma pişt Zînî Wertê re dixwaze li tevahiya herêmê bi cih bibe û bi vî rengî alozî zêde dibe. Li gorî agahiyan, di nava hêzên PDK’ê de yên şandine herêmê koma bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ jî heye.
PDK ne tenê bi wê yekê re sînordar maye, belku li gorî gotinên şêniyên gundê Dola Şawrê û Wertê, çendîn kes li herêmê di nav pêşmergeyên PDK’ê de hatine dîtin ku bi Tirkî axivîne û cîhazên sîxortî û çawdêriyê bi wan re hebûye. Şêniyên herêmê bi fikarin ku ew kesane endamên MÎT’ê ya dewleta dagirker a Tirk bin. Her wiha li gel pêşveçûnên PDK’ê ya li herêmê, balafirên keşfê yên Tirkiyê bi berdewamî li ser asîmanên herêmê digerin.
Wan hemû pêngavên PDK’ê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û şêniyên herêma Wertê û Dola Şawrê xistiye nava fikaran û ji PDK dixwazin ku hêzên xwe ji herêmê vekêşîne. Lê belê ger wisa berdewam bike û ger her alozî û şerekî navxweyî biqewime wê demê sedemê sereke PDK ye û wê carekî din dîroka şerê nava Kurdan de dubare bibe.
KALKAN: EV SEDEMA ŞER E, BI MÎSOGERÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî di bernameyeke televîzyona Medya Haberê de bal kişandibû ser vê hewldana metirsîdar a li Zînî Wertê.
Derbarê bicihkirina hêza leşkeri ya PDK’ê ya li Wertê ya Qendilê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan daxuyaniyeke giring da. Kalkan gotibû, ”Ev sedema şer e, bi mîsogeri nayê qebûlkirin.”
Li ser mijarê Kalkan ev nirxandin kiribû, ”Tê dîtin ku PDK hin hêz şandine avtenga Wertê ya di navbeyna çiyayên Qendîl û Karokê de, hewl dide ku li wir baregeheke leşkerî deyne. Ev demek e tişteki wiha dibe, ev rewş ev du hefti ne didome. Virûsê dikine hincet, dibêjin ji bo pêşi li çûnûhatinê were girtin vê dikin lê ti eleqeya xwe pê nine. Ne qadeke li ser sinor e, bi temamî qadeke hundirin a Başûrê Kurdistanê ye. Cihekî ewlehiyê yê Qendilê ye.
PDK par ji bihari bi TC’ê re xwest ku bi zora TC’ê li qada Bradostê, bi ser Xinêrê de baregehên wiha ava bike. Lê wê demê me dengê xwe li wan kir. Me got ev taloke ye, sedema şer e. Me helwesteke cidî, zelal danî holê. Bi cih neanîn. Ev salek e rewşeke wiha ya şer dernekete holê. Mirov dikare bibêje rêya êqil serwer bû. Niha ji tişta bi ser Wertê de minanî wê ye, berdewama wê ye. Eynî taloke ye.
Bi hêza ku ji DYE û TC’ê dist3inin ji bo êrişa TC’ê ya li ser qada Bradostê ji hêla Qendîlê ve ji destek bike ev tevgera leşkeri dibe. Ji bilî vê ti maneyek wê ya di nîne. Ewlehiya Qendîlê ji holê radike. Ji ber vê rêveberiya me ji daxuyanî da, tişta ku bihara bihurî ji bo Bradostê goti ji bo Wertê ji derbas dibe. Ev sedema şer e, bi teqezi nayê qebûlkirin.
DYE û TC dixwaze PDK ji bi cih tîne. Bi desteka DYE’yê û TC’ê êrişa li ser PKK’ê ti têkiliya xwe ne bi Kurdbûnê re, ne bi azadixwaziyê re, ne bi avakirina dewleteke Kurd re nîne. Ev rasterast tê maneya bi desteka DYE û TC’ê geşkirina şerê navxwe yê Kurd.
Li ser daxwaza wan di eniya dijmin de ragihandine şer a li dijî gerîla û PKK’ê ye ku têkoşîna azadiya Kurd dide. Wekî dî bi tiştekî bi ti rengî de ev rewş nikare were gotin. Ji ber vê rewşeke şer derdikeve holê, berpirs ne em in. Em hêvî dikin dev ji vê biqerin, weke li Bradostê kirin, an na bi rengekî di ne pêkan e ku ev rewş were qebûlkirin. Bi ser de li vê qadê tiştekî PDK’ê nîne. Ew qad beriya bi 20 salan di şerê 2000’i de di dest gerîla de ma. Ne qadeke di dest PDK’ê de ye, beriya niha di dest YNK’ê de bû.
Bi çarçoweya têkiliyên PKK’ê û YNK’ê, ji bo ku hin karên YNK’ê bike, PKK’ê destûr da ku YNK hin karê xwe li wir bike. Li avtengê pêşmergeyên YNK’ê hene. PDK çima hat, çima pêşmergeyên YNK’ê nebû asteng da ku neyên, ev rewş nayê fêhmkirin. Gelo li pişt ya wan yek e? YNK ji di nav vi kari de ye? Divê bibêje, divê ev derkeve holê. Li gel ku beriya 20 salan kete kontrola PKK’ê de ji PKK bi hişkî tevnegeriya.
Rê vekir ku PDK û YNK’ê ji lê hereket bike, gel jî. Bi ser de destûr da ku YNK’yi yekineyeke biçûk a pêşmerge ji li wir bi cih bike. Li gel vê jî anîna ser rewşa,’me kir û bû’ provakasyon e, arestkirina DYE-TC’ê ye. Bi mebesta şerê navxwe yê Kurd e. Parçbûna êrişa tasfiyeye bi plan û imhayê ya li ser PKK’ê ye.
PKK vê qebûl nake, li dijî vê şer dike, wê her tişti bide ber çavan, divê her kes vê bizanibe. Hemû welatparêzên Kurd, rewşenbir, gelê Başûrê Kurdistanê divê vê bibine, sûcdar ne PKK ye, êrişeke bi ser PKK’ê de ye. Ne wiha beleheq hatine. Ew qad di kontrola PKK’ê de ye. Ti têkiliya xwe bi PDK’ê re nine. Tevgereke wiha ya leşkeri dest pê kiriye. Ji bo ku qada herî ewle ya himî ya PKK’ê bi dest bixin êrişeke bi ser PKK’ê de ye yani.
Li dijî vê wê xwe biparêze. Dema ku xwe parast divê ti kes berpirsyariyê di PKK’ê de nebine. Em bawer dikin, hêvî dikin ku civak bihistyar be, PDK ji weke par bi rêya aqil tevbigere. Heke wiha bibe wê baş be. Heke wiha nebe sûc û qebehet wê ne ya me be.”