RÊJÎMA SÛRÎ SEFERÊN HEWAYÎ NEDA RAWESTANDIN
Li Rojavayê Kurdistanê ji 23’ê Adarê ve rêveberiya xweser li Rojava biryara qedexeya derketina Derve girt.
Piştî wê, di deriyê Sêmalka û Minbicê sekinî, xwendevan naçin dibistanê.
Ev hemû bi rêk û pêk çêbûn û rê li ber belavbûna virûsê hat girtin.
Lê Rêjîma Sûrî, seferên hewayî yê navbera Şam û Qamişlo de neda sekinandin.
Ev bû sedem welatiyek jiyana xwe ji dest bide.
Agahiyên berfireh di rapora hevala me Amara Bawer de ye
PÊŞKÊŞVAN: AMARA BAWER
KAMERA: FADÎ SEBRÎ