AMÎRALÊ TEQAWÎTBÛYÎ YÊ YEWNANÎSTANÊ GIRTINA RÊBER APO NIRXAND
Hevalê me yê Rojnamevan Yûsûf Alkan li Yewnanîstanê bi Antonîs Naksakîs re hevpeyvînek çêkir.
Antonîs Naksakîs sala 1998’an ji bo hatina Ocalan a Yewnanîstanê cih amade kir û li Kenyayê jî hişt ku Ocalan li sefaretxaneya Yewnanîstanê bi cih bibe.
Naksasîs li ser salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ji televizyona me re axivî.
Antonîs Naksakîs li Yewnanîstanê amîralê teqawîtbûyî yê deryayî bû û sala 1991’ê li Bekayê bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî.
Naksasîs têkiliyên di navbera Yewnanîstan û Ocalan de bi rêve dibir.
Antonîs Naksakîs sala 1998’an ji bo hatina Ocalan a Yewnanîstanê cih amade kir û li Kenyayê jî hişt ku Ocalan li sefaretxaneya Yewnanîstanê bi cih bibe.
Naksasîs li ser salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ji nûçegihanê televizyona me Yûsûf Alkan re axivî.
Naksasîs ji jenerasyona nû xwest ku xetayên hatine kirin telafî bikin û wiha got;
Em û Gelê Kurd ji bo eniyek netewî divê alîkariya hev bikin. Dewleta Tirk ji êrişan têr nabe. Ji bo teşhîrkirina van polîtîkayan divê em bixebitin û em pêşî li vê yekê bigrin.