Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Ciwan

Li Stebolê çalakiya Yekîneya Tolhildanê

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxîn Roboskî ragihand ku wan li Stenbolê çalakî li dar xistine.

Daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ya li ser mijarê wiha ye:

“Di 5’ê Çileyê de li navçeya Gungoren a Stenbolê, endamên yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî depoyeke qumaş û 3 wesayit şewitandin.

Di 10’ê Çileyê de jî endamên yekîneya me li Başakşehîr a Stenbolê li kargeheke ku deriyên PVC çêdikir çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de kargeh bi temamî şewitî.”

Yekîneyên “Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed” berpirsyariya du çalakiyên li Başakşehîr û Umraniyeyê hildan ser milê xwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di 11’ê Çileyê de endamên me yên Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed li navçeya Başakşehîr a Stenbolê li dijî atolyeyeke tekstîlê çalakiyek kirin. Di encamê de atolye bi temamî şewitî û. Her wiha şeva 11’ê Çileyê saet di 00:30 de jî li navçeya Umraniyeyê 3 konteynirên li qada xurde şewitandin.”

Ev jî hatin dîtin

Yekîneyên Tolhildanê du maşîneyên AKP’yan Şewitandin

Stêrk Tv

Li Stenbolê çalakiyên Yekîniyên Tolhildanê

Stêrk Tv

Meşên ji bo azadiya Rêber Apo ber bi Strasbourgê ve didomin.

Stêrk Tv