Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker, bi ser gelek gundên girêdayî navçeya Rezan, Peyas û Çinarê yên Amedê de girtin. Leşkeran herî kêm 13 welatî binçav kirin.
Her weha leşkeran li gundê Kirkalî yê Peyasê, Mahmûd Derse, Ahmed Serse, Murad Çetîn, Firat Çetîn û li Navenda Peyasê Abdulqadîr Yagar binçav kirin.
Her weha dagirkeran bi ser Gundê Alankoz ê Rezan de jî girtin. Di serdegirtina gund de welatî Îsmet Yildiz, Hakan Yildiz binçav kirin. Eskeran di serdegirtina Gundê Dugerê yê Rezan de Îsmet Akar, li Gundê Arvalî yê Rezan; Mehmet Akyuz, li Gundê Kabahidir ê Rezan; Keya Naîl Toprak, li Gundê Kiliçkaya yê Rezan, Abdullah Çiftçî, Îbrahîm Çitfçî û li Gundê Çakir Tutmaz ê navçeya Çinarê jî Abdulkadîr Eken û kurê wî binçav kirin.