Stêrk TV
Nûçe

Rêveberiya Xweser hewldanên guhertina demografî red kir

Hevserokê Meclis Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî teqez kir ku ew bi vegera hemû şêniyên gelê Sûriyê yên li derve re ne û destnîşan kir ku hin dewlet ji bo berjewendiyên xwe bi dosya koçberan dilîzin û siyasetê dikin û her cureyên hewldanên guhertina demografiya herêmê red kir.

 

 

Daxuyaniyên berpirsên dewleta Tirk der barê dosya Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dibe, tevî ku li hevkirina di navbera QSD`ê û DYA û Tirkiyê der barê mekanîzmeya ewlehiya sînor û pêkanîna bendên wê de pêk hatin.

 

 

Serokkomarê Tirkiyê di civîna Komseriya giştî ya NY`ê de diyar kir ku dibe herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin û projeya bicihkirina 2 milyon koçberên Sûriyê li herêmê bicih bike.

 

 

Der barê mijarê, Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî ji ANHA`yê re axivî û helwesta Rêveberiya Xweser ji plana Tirkiyê zelal kir.

 

 

Etî got ku ew ji destpêkê ve bi vegera hemû şêniyên gelê Sûriyê ji koçber û penaberên ku neçar man ji ber şer ji welêt derkevin re ne.

 

Etî wiha doman: “Ew yek li ser bingeha parastin û istiqrarê ye, ji ber gelek kes ji ber zextan û hin ji bo nêrînên xwe koçber bûn.”

 

 

Her wiha Etî destnîşan kir ku wan bang li penaberên Sûriyê kirin da ku vegerin welatê xwe û bang li koçberên li hundir kir ku vegerin bajarok û bajarên xwe.

 

 

Ferîd Etî da zanîn ku gelek dewlet û di nav de Tirkiyê, xwestin bi dosya penaberên Sûriyê bilîze û siyasetê bike. Her wiha hewl dan di bin navê gelek navan û ya dawî ” Herêma ewle” demografiya herêmê biguherînin.

 

 

Etî destnîşan kir ku wan bi aliyên Amerîkî û Tirkiyê re der barê mekanîzmeya ewlehiya sînor li ser xaka sînorê bi Tirkiyê re li hev kirine, ew yek li ser bingeha parastina ewlehî û istîqrarê, ne ji bo guhertina demografiyê ye.

 

 

Etî teqez kir ku sîstema Rêveberiya Xweser demokratîk e û bang li jiyana hevbeş û pirrengiya çandî dike.

 

 

Hevserokê Meclisa Giştî Ferîd Etî di dawiya axaftina xwe de nerazîbûna xwe dijî her siyasetên guhertina demografiya herêmê teqez kir

Ev jî hatin dîtin

Nûçe

Stêrk Tv

Nûçe

Stêrk Tv

Nûçe

Stêrk Tv

Nûçe

Stêrk Tv

Nûçe

Stêrk Tv

Nûçe

Stêrk Tv