Artêşa Tirk a dagirker di şerê Zapê de li gel her cûre çekên kîmyewî her wiha bombeyên fosforê jî bi kar anî. Sûcên artêşa dagirker ên bi bombeyên fosforê gelekî zêde ne.
Ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve dewleta Tirk bi armanca dagirkeriyê êrîşî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dike. Berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê jî bênavber dewam dike. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê pêr bi daxuyaniyekê ragihandibû ku artêşa dagirker 10’ê Tîrmehê saet di 12:50’î de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara li dijî çeperên şer bombeya fosforê bi kar aniye.
Artêşa Tirk ku li hemberî berxwedana gerîla nikare li qadên dagirkirî bisekine, heta niha gelek caran her cûre çekên kîmyewî yên di envantera xwe de ne bi kar anî. Yekîneyên HPG’ê cara yekemîn tespît kirin ku di vî şerî de fosfor hatiye bikaranîn.
Bombeya fosforê ku nêzî sed sal in di şer de têne bikaranîn û bi hewayê re kujer dibe, di protokola 8’ê Hezîrana 1997’an a Peymana Cenevreyê ya sala 1949’an de bikaranîna wê weke sûcê şer tê qebûlkirin.
Lê belê tevî vê yekê jî bikaranîna bombeyên fosforê rêbazeke hovane ya li dijî mirovahiyê ye ku di serî de DYE, Rûsya û Îsraîl gelek dewletan ji Şerê Cîhanê yê 2’emîn û vir ve gelek caran serî lê dane.
Di şerê Îsraîlê yê li ser Lubnanê de ku sala 2006’an qewimî, her wiha li Sûriye û Iraqê di şer de, wekî din di şerê Rûsyayê yê li ser Ûkraynayê de gelek çavkaniyên navneteweyî destnîşan kirin ku bombeyên fosforê hatine bikaranîn. Bombeyên fosforê ji bo wê yekê têne bikaranîn ku ‘hêzên dijmin’ ên li herêmekê ji bo demeke kurt bişewitîne û îmha bike.
AGIRÊ BI TÎNA JI 1300 PILEYÎ
Fosfor dema tê teqandin agirê bi tîna ji 1300 pileyî jê tê û dûyê wê dema tê bêhnkirin hingî cîgerê mirovan ji nişka ve dişewitin û bêhn li mirovan diçike. 50 mg’ê wê jî ji bo kuştinê têrê dike. Jehra fosforê ji 5 heta 10 rojan hîn jî bandorê dike û di rewşeke wiha de bedena mirovan ji hundir ber bi derve ve dişewite.
Dû û arê fosforê ji ber ku bandorê li kûrahiya bedena mirovan dike, dibe sedem ku organên mirovan bişewitin û di demeke kurt de ji hundir ve mirov bişewite. Gava ku bedena mirovan ji ber bombeya fosforê bişewite, hingî zehmet e ku pêşî li vê şewatê bê girtin. Dema ku bandorê li çermê mirovan dike, piranî dişewitîne. Her wiha dikare hestî jî bişewitîne.
DEWLETA TIRK LI SERÊKANIYÊ BOMBEYA FOSFORÊ BI KAR ANÎ
Raya giştî ya cîhanê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê de dît bê bombeya fosforê rêbazeke çiqasî hov e. Artêşa Tirk 19’ê Cotmeha 2019’an li Serêkaniyê bombeya fosforê li dijî QSD’ê û sivîlan bi kar anî. Saziyên mafên mirovan ên li herêmê ragihandin ku di vê êrîşê de 33 kes şewitîn, 23 ji wan sivîl, 10 jî şervanên QSD’ê bûn.
Di êrîşa fosforê ya dewleta Tirk de ji ber ku 6 kes di asta ku neyên naskirin de şewitîn, têkildarî wan ti agahî û belge nehate tespîtkirin.
LI LABORATÛWARA LI SWÎSREYÊ FOSFOR HATE BI BELGEKIRIN
Çend meh piştî komkujiya li Serêkaniyê ya bi bombeya fosforê hate kirin, di Çileya 2020’î de laboratûwarên li Swîsreyê li ser parçeyek ji şervanekî QSD’ê yê birîndar lêkolîn kir û encamên lêkolînê eşkere kir. Pisporên ku li ser mînakê analîz kirin, li gel rêjeyeke bilind a fosforê şewata ji ber kîmyasalê jî li ser mînakê tespît kirin.
Tevî ku hate tespîtkirin, dewleta Tirk di dema êrîşên dagirkeriyê de fosfora spî û bombeyên ji madeyên kîmyewî bi kar aniye jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) îdîa kir ku ‘Tirkiyeyê çeka kîmyewî bi kar neaniye’ û xwedî li dewleta Tirk derket.
DEWLETA TIRK GELEK CARAN FOSFOR BI KAR ANÎ
Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê di dema berxwedana xwerêveberiyê de jî gelek caran bombeyên fosforê bi kar anî. Bi taybetî di êrîşên giran de yên artêşa Tirk ên li ser Nisêbînê, ku Adara 2016’an destpê kirin, hem li hemberî sivîlan hem jî li hemberî berxwedêrên YPS’ê bombeyên fosforê hatin bikaranîn. Leşkerên Tirk ên dagirker li Nisêbînê gelek avahî bi bikaranîna bombeyên fosforê şewitand.
Her wiha di payîza 2011’an de dema ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi navê ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ dest bi pêngavê kirin, artêşa Tirk careke din bombeyên fosforê bi kar anî. Qadên ku di dema pêngavê de havîna 2012’an ji aliyê gerîla ve dihatin kontrolkirin bi çekên fosforê hatin bombekirin û zerareke mezin li xwezaya Kurdistanê bû. Yek ji van qadan jî daristana li Erdewil a navçeya Şemzînanê bû û beşeke mezin a ji vê daristanê di Tîrmeha 2012’an de bi bombeyên fosforê hate şewitandin. Şewata ji ber fosforê bi bandora germahiya havînê bi rojan dewam kir.
YALMAN LI BIKARANÎNA FOSFORÊ MIKUR HAT
Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên fosforê, Fermandarê Giştî yê Jendermeyan ê wê demê Orgeneral ê teqawîtbûyî Aytaç Yalman mikur hat, ku 19’ê Kanûna 2000’î di komkujiya bi navê ‘Vegera li jiyanê’ de ya li ser girtîgehan, fermana komkujiyê dabû. Yalman têkildarî doza qetilkirina 12 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Bayrampaşayê, di sala 2013’an de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 2’emîn a Bodrûmê axivî û mikur hat ku li hemberî girtiyan gaza fosforê hatiye bikaranîn.
Yalman îdîa kir ku wan bombeya fosforê ji bo mijê çêbike bi kar aniye. Lê belê ji aliyê pisporan ve hate belgekirin ku ji ber fosforê bedena gelek girtiyan şewitî ye. Yek ji girtiyan jî got, ‘Kincên me neşewitîn, tenê bedena me şewitî’. Bi vî rengî raxist pêş çavan ku bombeya fosforê hatiye bikaranîn. Têkildarî polîs û leşkerên Tirk ên tevlî komkujiya li girtîgehan bûn û çekên kîmyewî yên mîna fosforê bi kar anîn, bi rengekî cidî darizandin nehate kirin.