GIRTINA PARÊZVANÊN MAFÊ MIROVAN
RAPORTORA TAYBET A NY’Ê JI TIRKIYÊ ÎZAHAT XWEST
Raportora Têkiliyên Parêzvanên Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî Mary Lawlor der barê girtina parêzvanên mafê mirovan de ji dewleta tirk îzahat xwest.
Parêzvan bi bahaneya tevli çalakiyan bûne û bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirine, doz li wan hatiye vekirn.
Lawlor ji bo bi aqûbeta endama ÎHD’ê, parêzer Sevda Ozbingol û serokê berê yê Baroya Amedê Cîhan Aydin hin bibe, di 27’ê tîrmeha 2021’an de ji rayedaran re nameyek nivîsî.
Di nameya xwe de qanûna ‘Têkoşîna li dijî Terorê’ ya dewleta Tirk rexne kir û destnîşan kir ku parêzer ji ber ku karê xwe kirine hedef hatine girtin.
Lawlor got: Ev qanûn ji bo ku parêzer karê xwe nekin hatiye xebitandin.
Dozên der barê parêzeran de hatine vekirin jî nîşan didin ka qanûna navborî çawa tê bikaranîn.
Lawlor ji ber vê jî ji Tirkiyê îzahat xwest.
Nûnertiya Tirkan a Neteweyên Yekbûyî bersiv da Lawlor.
Nûnertiyê parvekirinên medya dijîtal, hevdîtina bi muwekîlan re û çalakiyên parêzer tevlibûne weke sûc nîşan da.
Di heqê cezayê hucreyê de ku li parêzer birîne jî tedbîrên şewba coronayê kir bahane.