PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ 258 ROJ IN DEWAM DIKE
Pêngava “dem dema azadiyê ye” bi çalakiyên cûr bi cûr berdewam dike.
Di çarçova pêngavê de girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 258 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 48’an ve birêve diçe.
Ji 14’ê Tîrmehê û vir ve girtiyên azadiyê ji 15 rojan carekê bi awayekî dorveger, çalakiya xwe didomînin.
Girtiyan bi riya malbatên xwe zextên li ser çalakgeran destnîşankirin banga hişyariyê li raya giştî kirin.
Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûrê jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê heye.
Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Îştar hatiye destpêkirin, 237 rojên xwe tije kir.
Çalakiya kurdistaniyên li Kampa Lavrîo ya Yûnanîstanê jî, 220 li pey xwe hiştin.