Dewleta Tirk a dagirker û qirker û çeteyên wê doh bi şev jî êrişên herêmên rêveberiya xweser kirin.Dewleta Tirk li tevî Şêrawa, êrişê gundên Kobanê yên li kêleke çemê Firatê jî kirin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh bi şev gundên Şehbayê û Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.
Êriş li dijî gundên Şehba yên wekî Dêr Cemal, Til Cîcan, Xalisa û Herbîl û gundên Şêrawa yên wekî Aqîbe û Ziyaretê pêk hatin.
Hêzên Tirk û çeteyên wan ji Cerablûsê jî, gundê Boraza û qeraxên çemê Firatê yên Kobanê topbaran kirin.