Çavkaniyan ji gundê Hemam El-Tirkmen ê girêdayî Girê Spî diyar kirin ku çeteyên “Ehrar Şerqiyê” ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, dest danîn ser erebeya xwediyê dikana belavkirina tora enternetê yê bi navê Usama Ebd El-Rezaq.
Li gorî çavkaniyan, bi tewana ku xwediyê dikanê tora enternetê berî êrişên Tirkiye li ser saziyên Rêverberiya Xweser belav dikir, çeteyên “Ehrar Şerqiyê” li Usama ferz kirin ku baceyan ji nîvî fayîdeya dikanê mehane bide wan.
Di vê derbarê de, çeteyan ji bo dermankirina birîndarên xwe ên di şerên bi Hêzên Sûriyê demokratîk re birîndar bûne, dest danîn li ser nîvî dermanên ku li dermanxaneya Luaî Eswed ya li navçeyê.
Çavkaniyan ji ANHA`yê re gotin ku “Ehrar Şerqiyê” li ser dermanfiroş ferz kirin ku nîvê fayîdeya dermanxaneyê bide çeteyan, ew jî bi tewana ku berê derman li ser navendên tendirustiyê belav dikir.