Stêrk TV
Nûçe

17:00 Nûçe

 

Pêşkêşvan: Bêrî Amed

Naveroka Nûçe

Namzetên Partiya Çep a Kesk, diçin kîjan bajarî, qefle qefle însan dibînin li meydanan…Rastî, di dîroka Tirkiyê de, milet ev çend bi daxwaz li bendî hilbijartinan mabû ya na, nizanim; lê îro ji mîtîngan, ji qelebalixa gel baş diyar dibe ku, êdî bi hesreta jiyanek azad û aram in..Û rêya xelasiyê jî di Partiya Çep a Kesk de dibînin..Lewma her serdanên namzetan, weke mîtîngan derbas dibe..Kermekin, çend dîmen ji wan serdanan.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan hilbijartinên 14’ê Gulanê şîrove kir…Duran Kalkan dibêje; niha tişta li pêşiya me ev e; acîlen vê deshilata talanê hilweşînin…Kalkan dibêje wek Tevgera Azadiyê em jî piştgirî didin hêzên demokratîk û azadîxwaz û wê di hilbijartinan de ev desthilata zalim sedî sed têk biçe.

Ji girtîgehê mesaj hene, bo hilbijartinê…Parlementerên HDP’ê yên berê Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel, ji zindana Sîncanê name şandin..Ew jî piştgirî didin Partiya Çep a Kesk û vê hişyariyê dikin: Baweriya xwe bi AKP-MHP’ê neynin, roja hilbijartinê bila bala we li ser sindoqan be, xwedî li dengên xwe derkevin.

Karsaz û welatparêzê Kurd Huseyîn Tûrelî, li Başurê Kurdistan, bajarê Dihokê, bi êrişek çekdarî hate qetilkirin…Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlerê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û got; “Ev êriş ji aliyê MÎT’a Tirk ve hstiyr kirin.”

Li Stenbolê amadekariyên 1’ê Gulanê destpê kirin..Sendîkayên Karkeran, bi daxuyaniyekê plansaziya Cejna Karkeran eşekere kirin.

Ev jî hatin dîtin

Nûçe

Stêrk Tv

Nûçe

Stêrk Tv

Nûçe

Stêrk Tv

Nûçe

Stêrk Tv

Nûçe

Stêrk Tv

Nûçe

Stêrk Tv